Li çiyayê Qereçûxê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

01-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke leşkerî de, li çiyayê Qereçûx yê girêdayî qezaya Mexmûrê, 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Dezgeha Dije Terora Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan roja Duşemê operasyoneke leşkerî li çiyayê Qereçûxê li sînorê qezaya Mexmûrê pêk anîne, ku navçeyeke cografî ya zehemete.

Dije Terora Iraqê dibêje, piştî wergirtina zanyariyên îstixbaratî û zanîna wê yekê ku çekdarên DAIŞê di şkeftekê de hene, daxwaza destnîşankirina tevgera terorîstan hate kirin û piştre hêzên wan êrîşî navçeyê kirin.

Weke di daxuyaniyê de hatiye, ku şer û pevçûn li gel 6 çekdarên DAIŞê hatiye kirin, û di encamê de 3 çekdar hatine kuştin û 3 çekdarên din hewl dane birevin, lê ji aliyê balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ve hatine bombebarankirin û hemû hatine kuştin.

Di operasyonê de tenê çekdarekî hêzên Dije Terorê bi sivikî birîndar bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst