Xîreta Berfîn a ku bi salane ji NASAyê re dinivîse berham da

01-12-2019
RÛDAW
Nîşan Berfîn Dag NASA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berfîn Dag ku xelka Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, ji 16 saliya xwe ve, nameyan ji NASAyê re dişîne, dê îro li Zanîngeha ODTUyê konferanseke derbarê posterên lêkolînên xwe de saz bike. Vê xîreta Berfîn Dag li ser medyaya civakî deng veda.

Berfîn Dag keçeke Kurd e, û li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ligel malbata xwe dimîne û meraqa wê li ser zanista fezayê heye. Lewma Befîn ji temenê 16 saliya xwe ve dest bi nivîsandina nameyan bo NASAyê kiriye.

Ji bo xeyalên xwe bicih bîne, Berfîn bi piştgiriya malbata xwe niha xwe ji ezmûnên zanîngehê re amade dike.

Berfîn Dag îro li Zanîngeha ODTUyê konferanseke derbarê posterên lêkolînên xwe de saz dike.

Dag ev agahî li ser twîtterê xwe parve kir û ew twîtta wê bi hezaran car hate parvekirin û zêdeyî 40 hezar kesî jî ecibandiye.

Berfîn di twîtta xwe de dibêje: “Çend salan berê li Mêrdînê keçek 16 salî hebû, ji bo bibe astrobiyolog her tim ji NASAyê re name dinivîsand. Ew dê îro li ODTUyê konferanseke derbarê posterên lêkolînên xwe de saz bike. Ew zanyarê ku di NASAyê de bersîva peyam dida jî, hefteya bê li Mêrdînê konferansa wî heye.”

Berfîn, Tîrmeha îsal di pêşbirka “Ciwanî 100 Salî ye” de ku ji aliyê P&G Tirkiye û Weqfa Perwerde ya Tirkî ve li seranserê Tirkiyê hatibû sazkirin, di beşa zanistî de bibû yekemîn û xelata Bursa Serkevtina Herî Bilind a Weqfa Perwerde ya Tirkî wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst