YNK kongreya xwe pêk tîne; Sekreter namîne û konsey tê damezrandin

01-12-2019
RÛDAW
Nîşan YNK Celal Talebanî Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav YNKê amadekariyên bo kongreya ku dê 7ê vê mehê bê encamdan berdewam dikin. Lêbelê ne diyar e ka dê sekreterekî giştî yê nû yan jî dê konseyek nû bê hilbijartin.

Biryar e, Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) roja Şemiyê (07.12.2019) 4mîn kongreya xwe saz bike. YNK ku sala 1975an hatiye damezrandin, heta niha tenê 3 kongre, 2 konferans û 5 plenum encam dane.

YNK sêyem kongreya xwe 1ê Hezîrana 2010an pêk anîbû û pêwîst bû kongreya 4an jî Adara 2013an hatiba sazkirin, lê li şûna wê 10ê Mijdara 2013an plenum hat pêkanîn.

Hefteya derbasbûyî, di çarçoveya amadekariyên kongreyê de, civînên komîteyan û herwiha ji bo destnîşankirina delegeyan konferansên teşkîlatên bajar û bajarokan hatin birêvebirin.

Kongre dê di dema xwe de bê kirin?

Tevî ku hemû amadekariyên bo encamdana kongreyê weke plansaziya hatiye danîn bimeşin jî, lê tekez nebûye ka dê kongre di wê dema hatiye destîşankirin de bê encamdan an na.

Endamê Polîtbûra YNKê Seidê Pîre ji Rûdawê re ragihand, “Kongre di dema hatiye diyarkirin de dê bê encamdan. Hemû amadekarî li ber xilasbûnê ne. Rojên Duşem û Sêşema derbasbûyî, herî dawîn hilbijartinên bo diyarkirina teşkîlatên bajar û bajarokan birêve çûn.”

Pîre dibêje li gor rêziknameya partiyê, dê 1000 endamên partiyê beşdarî kongreyê bibin. Li gor rêziknameyê lîsteya ku ji 500 endaman pêk tê, bi dawî hatiye. Ev jî ji Dîwana Serokatiyê, Polîtbûro, Komîteya Navendî, Parlamenter û ji endamên kedkar ên berê pêk tê.

Kî dê bibe serokê nû yê partiyê?

Celal Talebanî 42 salan barê wê partiya ku 44 sal raboriya wê heye, li ser milên xwe girtin. Lê piştî koça dawî ya Celal Talebanî, di nav wê partiyê de nîqaşa destnîşankirina sekreterekî nû bo wê partiyê rû da.

Di her sê kongreyên berê de, Celal Talebanî ku tekane berbijêr bû, weke Sekreterê Giştî yê YNKê hat hilbijartin. Di vê kongreyê de ne diyar e ka dê yek ji alîkarên wî posta sekreteriya giştî werbigire an na. Berpirsên pilebilind ên YNKê jî derbarê vê mijarê de ti şîroveyan nakin.

Eger şêwazê rêveberina partiyê weke hevserokatî an jî bi rêya konseyê neyê guhertin, tê zanîn ku Kosret Resul ku Yekem Cîgirê Sekreterê Giştî ye û Berhem Salih ku ew jî Duyem Cîgirê Sekreterê Giştî ye, daxwazkar in bo wî erkê.

Yek ji serkirdeyên pilebilind ên YNKê Mihemed Wetman ku nêzîk e li Kosret Resul dibêje, “Kosret Resul temenê xwe bo partiyê terxan kiriye. Lewma destnîşankirina wî weke Sekreterê Giştî di însiyatîfa kongreyê de ye. Ez bi xwe wî hêjayî vî erkê dibînim.”

Wetman tekez jî kir ku ji bo postê Sekreteriya Giştî di nava endamên Dîwana Serokatiyê de pêşrêkevtinek nîne ku karîgeriyê li ser kongreyê bike.

Endamê Dîwana Serokatiya YNKê Cebar Ferman ji Rûdawê re got, “Kongre dê di dema xwe de pêk were û derbarê hilbijartina sekreterekî nû de, kongre dê biryar bide. Ti kes ji me nikarin li ser vê yekê biryarekê bidin.”

Gelo li şûna Sekreteriya Giştî, Konseya Serokatiyê tê danîn?

Çavkaniyekî nêzîk li malbata Talebanî, derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re ragihand ku di kongreya YNKê de Sekreterê Giştî nayê hilbijartin û li şûna wî postî dê mekanîzmayeke bi şêwazê Konseya Serokatiyê bê pêkanîn.

Wî çavkaniyê ragihand, “Ev kongreya YNKê dê gelek cuda be. Mekanîzmeyeke weke konseyê dê bê pêkanîn. Kesayetên herî bi azmûn ên partiyê yên weke Kosret Resul, Berhem Salih û Mela Bextiyar dê di wê konseyê de cih bigirin. Herwiha 3 kesên ku dê di kongreyê de cih bigirin dê bibin meqamê tenfîzê. Ji bo vî meqamî jî Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî (xwarzê Celal Talebanî) di nav pêşbaziyekê de ne. Ji ber ku cihgirtina du kesan ji malbata Talebanî di wê konseyê de weke rastqîniyek nayê dîtin. Lê ji bo ku di wê konseyê de cih bigire, Lahur Şêx Cengî hemû amadekariyên xwe kirine.”

3 encûmenên cuda jî dê bên avakirin

Herwiha wî çavkaniyê diyar kir ku pêkanîna 3 encûmanên cuda jî di rojevê de ye û ragihand, “Endamên konseyê dê serokatiya van encûmenan bikin. Yek ji wan encûmenan dê ji endamên berê yên Dîwana Serokatiyê û kadroyên nû û serkevtî yên partiyê pêk bê. Encûmana din jî ku dê ji endamên bi azmûn û kedkar ên partiyê pêk bê, dê erkdar be bo parastina berjewendiyên partiyê. Encûmena sêyem jî dê taybet berpirs be ji herêma Behdînan (Duhok û derdora wê) û xebatên li herêma Şingalê.”

Wî çavkaniyê nêzikî malbata Talebanî tekez kir ku Qubad Talebanî dê di nav yek ji wan encûmanan de cih bigire.

Endamê Encûmana Cîbicîkar a YNKê û Cîgirê Serokê Teşkîlata Şarezurê, Ehmed Kadeferî, got ku pêwîst e kongre taybet li ser hin xalan rawest e.

Ehmed Kadeferî diyar kir, “Bo nimûne divê derbarê kesên ku ji partiyê veqetiyane û piştre vegeriyane, biryarek bê dayîn. Ji wan kesên ku ji partiyê cuda bûbûn, beşek ji wan hatin qebûlkirin, beşek jî li derve hatin hiştin. Bo nimûne serkirdeyên weke Berhem Salih, Mela Bextiyar û Qadir Ezîz ji partiyê veqetiyan û dema vegeriyan jî hatin qebûlkirin. Ev cudakarî partiya me lawaz dike. Hemû ew kesên ku ji YNKê veqetiya bûn jî ji bo post û meqaman ji partiyê cuda bûn, ne ji ber siyaset an jî bernameya partiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst