PARÎS – Xwepêşandanên li dijî hikûmetê berdewam in

01-12-2018
RÛDAW
Li gor rapirsiyekê ji sedî 84ê welatiyên Fransayê piştgiriyê didine çalakiyan
Li gor rapirsiyekê ji sedî 84ê welatiyên Fransayê piştgiriyê didine çalakiyan
Nîşan Paris Xwepêşandan Zam Sotemenî Protesto
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li Fransayê protestoyên ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê destpêkirin berdewam in. 

 

Li Fransayê ev du hefte ye bi sedan kes di pêşengiya koma "Xwediyê êlekên zer" dijî zema sotemenî û bacên nû li Parîs û bajarên din çalakiyan li dar dixin. 


Çalakvan îro jî dîsa serê sibê li derûdora Kolana Champs-Elyseesa navdar kom bûn û hikûmet protesto kirin. 




Çalakvanan xwest ber bi kolanê ve bimeşin lê polêsan destûr neda û bi xaza îsotê û ava bitazîk midaxelayî çalakiyê kir. 


Çalakvanan agir berda gelek dikanên derdorê, kevir û şuşe avêtin polîsan. 




Li gor nûçeyên çapemeniya Fransayê di çalakiyên li Parîsê de 60 kes hatin binçavkirin, 3yê wan polîs bi tevahî 10 kes jî birîndar bûn. 


Wezîrê Navxwe yê Fransayê Chrîstophe Castaner got ku li derdorê  Champs-Elysees bi qasî hezar û 500 kes beşdarî çalakiyê bûne. 




Gelek restorant, kafe, dikanên  li ser kolanê ji ber bûyeran deriyê xwe girtin û seferên metroyê jî hatin betalkirin. 


Dijî çalakiyan tedbîrên berfireh hatin hildan û bi qasî 4 hezar polîs jî wezîfedar in.


Li gor rapirsiyekê ji sedî 84ê welatiyên Fransayê piştgiriyê didine çalakiya navborî. 



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst