Hêro Îbrahîm Ehmed xwe li kongreya YNKê nake berbijêr

01-12-2018
RÛDAW
Nîşan Hêro Îbrahîm Ehmed YNK Pavel Talebanî Kongre
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Hejmarek endamên serkirdetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi nameyekê daxwaza sazkirina kongreyê ji polîtburoya partiya xwe kirine, bersiva berpirsekî ji bo wan serkirdeyên YNKê ew bûye ku divê hikûmetên Iraq û Kurdistanê werin pêkanîn. Endamekî Serkirdetiya YNKê jî dibêje: “Em naxwazin kongreyeke wisa saz bikin ku dabeşbûnên nû li pey xwe bîne.”

 

Çend roj piştî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, hejmarek endamên serkirdetiya YNKê, nameyeke xwe ji polîtburoya partiya xwe re şandine, ku dema sazkirina kongreya çarem a YNKê were diyarkirin, ji ber ku pirsgirêkên navxweyî yên YNKê aram bûne û dengên YNKê jî di herdu hilbijartinên parlementoyên Iraq û Kurdistanê de zêde bûne.

 

Endamê Serkirdetiya YNKê Mistefa Çawreş her çiqas sazkirina kongreyê weke yekane rêya derketina ji tunelên tarî yên rikeberiyê dibîne jî, wisa bawer dike ku berî pêkanîna hikûmetên Iraq û Kurdistanê, eger hemû amadekarî jî temam bûbin, hêj nikarin kongre saz bikin: “Divê em bi temamî amade bin, nabe em biçin kongreyeke ku dabeşbûnên zêdetir derkevin holê.”

 

Mistefa Çawreş herwiha diyar dike ku beşeke mezin ji pirsgirêkên berê, çareseriya wan ji sazkirina kongreyê re hatine hiştin û dibêje: “Hemû xelk û cemawer û kadroyên me jî dizanin ku kongre ji ber pirsgirêkên navxweyî paş ketiye, divê bi kongreyê serkirdetiyeke nû were hilbijartin û hejmarek xort û kadroyên nû jî xwe amade kirine daku di wê kongreyê de derkevin pêş, lewma gelek çav li ser vê kongreya YNKê ye.”

 

Çawreş derbarê kongreyê de jî got ku li gel Hêro Îbrahîm Ehmed axiviye û bi îhtimaleke mezin dê xwe berbijêr neke "qasî ku min li gel wê axivî, Hêro Xan xwe hilnabijêre, ez jî niyeta min tine ku xwe hilbijêrim û dixwazim derfetê bidim kesekî din.”

 

Li ser beşdariya Berhem Salih li kongreyê, Mistefa Çawreş dibêje: “Ez nizanim Berhem Salih tê kongreyê yan na.”

 

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çend berpirsên YNKê bi dest xistine, xweberbijêrkirina Hêro Îbrahîm Ehmed, ne tenê bi rewşa tendirustiya wê ve girêdayî ye, dizane ku Pavel Talebanî nîşanî serkirdetiya YNKê daye ku ew kaptan e û dikare YNKê birêve bibe "di dema derbasbûyî de Pavel Talebanî hêza xwe nîşan da, di aşitkirina Kosret Resûl û anîna Berhem Salih de ku du mijarên aloz bûn û bi awayekî serkeftî hate der, lewma Hêro Xan bawer kiriye ku niha Pavel amade ye biçe ser textê şanoya siyasetê". Berpirsekî YNKê wisa dibêje.

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku di 01/06/1975an de li Şamê hat damezrandin, heta niha tenê sê kongre saz kirine. Di nav çar salên derbasbûyî de YNK ji destê gelek pirsgirêkên navxweyî naliyaye, pirsgirêka herî berçav jî cudabûna Serokê berê yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa bû di sala 2009an de.

 

Nermîn Usman ku xuya ye yek ji wan kesan e ku daxwaza sazkirina kongreyê kiriye, di wê baweriyê de ye ku siberoja Encûmena Serkirdetiya YNKê, roja sazkirina kongreyê dê yekalî bibe, "rast e hatiye daxwazkirin ku kongre were sazkirin, lê divê di civîna serkirdetiyê de were yekalîkirin".

 

Endamê Serkirdetiya YNKê Nerîman Usman derbarê wan kesan de ku berî kongreyê dibêjin em xwe berbijêr nakin, kongreyên berê weke nimûne tîne û dibêje: “Dibe ku beşek ji wan poşman bibin, çimku berê jî hinek kesan hebûn ku digotin xwe berbijêr nakin.”

 

Roja 14/01/2018an serkirdetiya YNKê biryar da ku roja 5ê Adara 2018an Kongreya Çarem a YNKê saz bikin, lê beşeke serkirdetiyê red kirin ku li ser roja sazkirina kongreyê lihev kiribin. Her wê nîqaşê jî Hêro Îbrahîm Ehmed anî deng û roja 23ê Sibata îsal, nameyek ji Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl re şand û daxwaz kir ku di demeke herî nêz de civîna serkirdetiyê rêk bixe daku roja sazkirina kongreyê were diyarkirin û got: “Ez hêvî dikim ku berpirstiya ser milê xwe weke emanetê cîbicî bikî daku navê te weke kesê ku çepkegula Mam Celal û YNKê xera kiriye, neçe rûpelên dîrokê.”

 

Roja 10/10/2013an YNKê li Qelaçwalan plenyumek saz kir ku demeke bi dirêjahiya kêmî saetekê ajot, li wir ji bilî ku temenê serkirdetiyê dirêjkirin, biryar hat dayîn ku roja 31/01/2014an kongreya çarem were sazkirin, lê niha tevî ku zêdetirî pênc sal derbas bûye, kongre nehatiye sazkirin, heta hêj serkirdetiya wê partiyê daxwaza xwe pêşkêş dikin daku kongre were sazkirin.

 

Endamekî Serkirdetiya YNKê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, red dike ku sedema paşxistina kongreyê tenê pêkanîna hikûmetên Iraq û Kurdistanê be û dibêje: “Hêj nêrînên cuda hene li ser şêwaza diyarkirina endamên kongreyê û birêvebirina YNKê, weke berê tirsa hilweşana YNKê nemaye, gelek amadekarî jî hatine kirin, lê nêrînên cuda hene.”

 

Herwiha diyar kir ku xaleke nakokiyê ew e ku "beşek li gel wê yekê ne ku postê Sekreterê Giştî û Cîgirê Sekreterê Giştî nemîne, lê kesê yekem bi awayekî were diyarkirin ku desthilatên Mam Celal tinebe û bi hevkariya desteya rêveberiya YNKê, partiyê birêve bibe. Encûmenek were pêkanîn, weke parlementoyê be, sîstema birêvebirina YNKê jî parlemanî be.”

 

Derbarê nêrîna duyem de jî got: “Li gor beşeke din, kongre serkirdetiya nû destnîşan bike û ew serkirdetiya nû weke niha sekreter hilbijêre û cîgirê wî jî diyar bike.”

 

Lê belê weke ku wî serkirdeyê YNKê behs dike, ev hêj nêrîn in û ne zelal e ku dawiya dawî serkirdetî çawa biryar dide û kongre çawa tê sazkirin, "lê belê di hemû rewşan de kongreya YNKê dikeve meha Adar yan jî salvegera damezrandina YNKê ya sala 2019an".

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst