Nisêbîn ji ber barana zêde bû gola avê

01-12-2018
RÛDAW
Nîşan Nisêbîn Baran Av
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li bajarokê Nisêbînê yê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde gelek mal û dikan di bin avê de man û cade û kolan tejî av bûn.

 

Li bajarokê Nisêbînê yê Mêrdînê şevê din baraneke zêde bariya û ji ber qewêr an baxorên nêzîkê Rêya Hevrîşim xitimîn, herdu taxên Dîcle û Duruca bûn golên avê.

 

Li herdu taxan gelek mal û dikan di jêr avê de man, bi taybetî jêrzemîn. Welatî bi derfetên xwe hewl didin ava di nav mal û dikanên xwe de vala bikin û tîmên ser bi şaredariyan jî dest bi paqijkirina tax û kolanan kirin.

 

Herwiha li ser Rêya Hevrîşim jî çûn û hatina otomobîlan ji ber kombûna ava zêde zehmet bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst