Tevgera Azadî li Kerkûkê konferansek li dar dixe

01-12-2018
RÛDAW
Nîşan Tevgera Azadî Kerkûk Konferans
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li hola Lubnan a bajarê Kerkûkê bi beşdarbûna 120 endamên ji navenda Kerkûk û navçeyên wê, konferansa Kerkûkê li dar dixe.

 

Li Kerkûkê 2yemîn konferansa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê bi beşdarbûna 120 delegeyan destpê kir.

 

Îro di saet 09.00an de 2. konferansa Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ya herêma Kerkûkê li hola Lubnan a bajarê Kerkûkê bi beşdarbûna 120 endamên ji navenda Kerkûk û navçeyên wê, dest pê kir.

 

Konferans bi dirûşma "Kerkûkê biryara bi hev re jiyan û xwerêveberiya demokratîk daye" tê sazkirin.

 

Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir di axaftina xwe ya destpêka konferansê de diyar kir ku ev çend roj in pêngava girtina baregehên wan dest pê kiriye û got: “Ev yek gihîşt wê yekê ku Tirkiyê spasiya girtina baregehên me kirin. Ev eşkere dike ku Tirkiye dixwaze bi alîkariya hêzên navxweyî tevgerekî azadîxwaz lawaz bike.”

 

Hat ragihandin ku konferans dê heta êvarê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst