Fatih Yildiz: Şewata Bazara Qeyserî ya Kerkûkê di rojeva Erdogan de ye

01-12-2018
RÛDAW
Nîşan Fatih Yildiz Şewat Bazara Qeyserî Erdogan
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê derbarê şewata Bazara Qeyserî ya Kerkûkê de ragihand ku ev mijar di rojeva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ye.

 

Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatih Yildiz roja înê serdana bajarê Kerkûkê kir û pirsgirêkên dikandarên bazarê guhdarî kir.

 

Fatih Yildiz ji rojnamevanan re ragihand serdana wî ne tenê serdaneke manewî ye û dê alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.

 

Yildiz eşkere kir ku mijara şewata bazarê ji Serokomarê Tirkiyê re hatiye veguhestin û got: “Ev mijar di rojeva serokomariyê de ye û nêrîna serokomarê me jî ew e ku her çi ji destê me bê, em dê bikin.”

 

Di 26ê Mijdara derbasbûyî de bi sedemeke nediyar, agir bi Bazara Qeyserî ya li bajarê Kerkûkê ket û gelek dikan şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst