Jîngeha Kurdistanê: Rojane 6 hezar ton gilêş li Kurdistanê kom dibe

01-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Desteya Parastina Jîngehê ya Kurdistanê Semed Mihemed eşkere kir ku rojane li Kurdistanê derdora 6 hezar ton gilêş û zibil kom dibe.

Serokê Desteya Parastina Jîngehê ya Kurdistanê Semed Mihemed, li ser rewşa jîngeha Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û got, jîngeha Kurdistanê ji ber zêdebûna otomobîlan û şîrketên petrolê ber bi pîsbûnê ve diçe.

Semed Mihemed diyar kir ku li hember pîsbûna jîngehê, rêjeya keskatiyê li Kurdistanê kêm e û negihîştiye asta standarda navdewletî ku %15 e ji ber ku li Kurdistanê asta keskatiyê derdora %10 e.

Serokê Desteya Parastina Jîngehê ya Kurdistanê anî ziman ku gilêş û zibil jî jîngeha Kurdistanê pîs dikin û got, rojane derdora 6 hezar gilêş li Kurdistanê kom dibin lê mixabin sûd ji wê gilêş nayê dîtin û hema wisa tê avêtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst