HESEKE – Rejîm xelkê ji bo leşkeriyê digire

01-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Heseke (Rûdaw) – Hêzên hikûmeta Sûriyeyê xelkê ji bo leşkeriya bi zorê digirin.

Biryareke Serokwezîrê Sûriyê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê tê bicihkirin û li gora wê biryarê hêzên ewlekariyê dest bi girtina welatiyên ji 18 heya 42 salî kirine.

Çavkaniyekê ji nava bajarê Hesekê ji bo Rûdaw da xuyakirin ku biryareke nû ya Serokwezîriya Sûriyê gihiştiye dezgehên hikûmetê li Hesekê û têde daxwaz hatiye kirin ku lîsteyek bi navê wan xort û zilamên ji 18 heya 42 salî bê amadekirin ji bo ku biçin leşkeriya bi zorê.

Heman çavkaniyê diyar kir ku li navenda bajêr, hêzên ewlekariya hikûmeta Sûriyê dest bi girtina kesên ji 18 heya 42 salî kiribûn, ji bo ku wan bibin leşkeriya bi zorê.

Ji aliyê din ve ve hêzên Rêveberiya Xweser jî bi berdewamî xortên ji 18 heya 30 salî digrin û di bin navê “Erkê Xweparastinê” de wan dibin leşkeriya bi zorê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst