Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz gihîşt Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz, bîstekî beriya niha ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz ku îro (01.12.2013) danê êvarê serdana Bexdayê kiribû, piçekî beriya niha gihîşt Balafirxaneya Hewlêrê û ji aliyê Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

Taner Yildiz, li Bexdayê digel Cîgirê Serokwezîrê Iraqê di karûbarên enerjiyê de Husên Şehristanî hevdîtin pêk anî.

Yildiz dê sibê (02.12.2013) tevlî konferansa petrol û gazê bibe. Di konferansê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî beşdar dibe.