Mislim: Tirkiye û Amerîka naxwazin pirsa kurd di civîna Cenêv2 de were axaftin

 

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Mislim ji Rojnameya el-Heyat re aşkere kir ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mîxayil Bogdanov jê re gotiye Amerîka û Tirkiyê naxwazin pirsa kurd di kongreya Cenêv2 de bê behskirin.

 

Salih Mislim da zanîn ku Bogdanov jê re gotiye kurd hêzeke sereke ne li Sûriyê û divê ku di çareseriya siyasî de beşdar bibin.

 

Bi gotina Mislim, Bogdanov tekez kiriye ku divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyê di her çareseriyekê de beşdar bibin û çareseriya siyasî jî li ser bingeha lihevkirina hemû aliyan be.

 

Ji aliyekî din, Mislim got, wî ji nûnerê taybet ê NY û Komkara Erebî yê Sûriyê, Exzer Ibrahîmî re pêşinyar kiriye ku 30 heya 40 kesayetî ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê, Desteya Hemahengiyê û Desteya Bilind a Kurdî bên vexwendin da ku şandeya opozisyonê bê destnîşankirin.

 

Mislim aşkere jî kir ku wî ji du heftiyan ve daxwaznameya serdana Tirkiyê ji hikûmeta Tirkiyê re pêşkêş kiriye û hîn li benda bersiva Tirkiyê ye.