Zerik û sipih di kampa Quştepe de belav dibin

01-12-2013
RÛDAW
Kampa Quştepe
Kampa Quştepe
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Di nav zarokên kampa Quştepe başûrê rojhilatê bajarê Hewlêrê de, êşa zerikê belav bûye, ji bilî êşê sipih jî di nav serê zarokan de roj bi roj zêde dibin.

Li vê kampê navendeke tendrustiyê tine ye, lê tenê Pizîşkên Sînornenas her heftî 2 rojan li nav koçberên vê kampê digerin. Kesên ku digel pizîşkan hevkariyê dikin dibêjin ku nexweşiya zerikê û sipih gelekî li nav zarokan belav bû ne û me jî ev têbînî kir.

 

Dayika Elî her sê zarokên wê bi zerikê ketine ji ber vê yekê ew wan naşîne dibsitanê.

Hin nexweşin din jî hene ku malbatê wan ew rakirine nexwşxaneyên Hewlêrê.

Ev her du nexweşî ji ava sar û nepaqijiyê çêdibin û bi zû bi zû belav dibin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst