SINE - 'Celal Melekşa bi dehan helbestvan û nivîskar gihandin'

01-11-2024
RÛDAW
Merasîma bibîranîna Celal Melekşa \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Merasîma bibîranîna Celal Melekşa \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Celal Melekşa Sine Rojhilatê Kurdistanê Edebiyata Kurdî Kovara Sirwe Helbestên Celal Melekşa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar Ferîd Rajî diyar kir ku bi dehan ciwanên Kurd li mala Celal Melekşa li ber destê Celal Melekşa dest bi nivîsîna Kurdî kiriye.

4 sal di ser wefata helbestvan Celal Melekşa re derbas bûn.

Helbestvan, nivîskar û hezkiriyên edebiyatê li goristana gundê Melekşa yê parêzgeha Sineyê Celal Melekşa bi bîr anî.

Nivîskar û helbestvan Ferîd Rajî li ser helbestvaniya Celal Melekşa wiha got:

“Kak Celal di destpêkê de bi Farisî helbest dinivîsandin. Piştî Şoreşa 1979an berê xwe da helbesta Kurdî û bandoreke gelekî mezin li helbesta Kurdî kir.

Ji ber helbest û çîrokên Celal Melekşa ciwanên Kurdî berê xwe da çîrok û helbesta Kurdî.

Bi dehan ciwanên Kurd keçên Kurd li mala Melekşa bûn.”

Celal Melekşa sala 1951ê li gundê Melekşa bûye û her li wê derê xwendina xwe xelas kiriye û di destpêkê de bi zimanê Farisî helbest û çîrokên xwe nivisandine.

Melekşa piştre berê xwe dabû edebiyata Kurdî û gelek çîrok û helbest li dû xwe hiştin.

Celal Melekşa 31ê Çiriya Pêşîn a 2020î ji ber krîza dil wefat kiribû.

“Bandoreke Kurdane ya Melekşa li ser ciwanan hebû”

Nivîskar û helbestvan Rehîm Luqmanî jî li ser Melekşa wiha got:

"Kak Celal Melekşa helbestvanekî neteweyî bû, bi bîr û boçûnên xwe û bi zimanê xwe bandoreke wî ya Kurdane li ser tevgera ciwanên nivîskar û helbestvan hebû.”

Di merasîma bibîranîna Celal Melekşa de helbest hatin xwendin û axaftin hatin kirin.

“Divê rêz li kesên me yên mezin were girtin”

Nivîskarê bi navê Kemal Şingalî jî behsa bîranîna helbestvanan û rewşenbîran kir û wiha got:

"Hêvî dikim ev bibe nerîtek ji bo huner û edebiyata Kurdî rêz li kesên me yên mezin were girtin.

Rêz li wan kesan were girtin ku xizmeta ziman û edebiyata Kurdî kiriye. Niha pirtûkxaneya Kurdî dewlemend dibe.

Em deyndarên nivîskar, helbestvan û wan kesan in ku xema Kurdî xwariye û zimanê Kurdî dewlemend kiriye.”

Celal Melekşa li dû xwe gelek berhemên edebî hiştine ku yek ji wan berheman dîwana wî ya bi navê Zirrey Zincîrî Wişe Dîlekan\Hawara Zincîra Peyvên Dîl e.

Berhema wê ya bi navê “Karesat” jî yek ji berhema girîng a edebiyata modern a Kurdî ye.

Helbestên Celal Melekşa tercûmeyî Farisî, Erebî, Înglîzî, Fransî û Rûsî bûne û heta niha gelek berhemên wî jî nehatine çapkirin.

Celal Melekşa piştî sala 1979an 15 salan di Kovara Sirweyê de dinivîsîne.

Celalî Melekşa her wiha heyamekê li Hewlêrê jî di kovara Prişnigê de bi karê rojnamevaniyê ve mijûl bûye û li bajarê Sineyê li gel çend heftename û kovaran kar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst