Serok Mesûd Barzanî Mehmûd Meşhedanî pîroz kir

01-11-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Mehmûd Meşhedanî Serokê Parlamentoya Îraqê Fraksiyonên Kurdistanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê bi serokê nû yê Parlamentoya Îraqê Mehmûd Meşhedanî re axivî û ew pîroz kir.

Mehmûd Meşhedanî doh wekî serokê nû yê Parlamentoya Îraqê hatibû hilbijartin.

Malpera Baregeha Barzanî diyar kir Serok Mesûd Barzanî, Mehmûd Meşhedanî pîroz kiriye.

Li gorî daxuyaniyê Serok Barzanî bi rêya telefonê bi Mehmûd Meşhedanî re axiviye.

Serok Barzanî piştgiriya xwe ya ji bo Mehmûd Meşhedanî aniye ziman û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.

Mehmûd Meşhedanî jî spasiya helwest û piştgîriya Serok Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê Serok Barzanî hêvî xwestiye Mehmûd Meşhedanî di warê çaresekirina pirsgirêkan de berdewam dibe û yasayan di berjewendiya xelk û aramiya Îraqê de derxe.

Doh di hilbijartinên Serokê Parlamentoya Îraqê de piraniya fraksiyonên Suneyan û fraksiyonên Kurdistanî piştgirî da Mehmûd Mehşedanî û ew bi amadebûna 269 parlamenteran û bi 182 dengan hat hilbijartin.

Beriya bi salekê Serokê wê demê yê Parlamentoya Îraqê Mihemed Helbûsî bi tohmeta ku sextekarî di belgeyan de kiriye ji erkê xwe hatibû dûrxistin.

Piştî dûrxistina Mihemed Helbûsî, Parlamentoya Îraqê ji bo hilbijartina serokê nû 2 caran civiya lê ji ber nebûna yekdengiya di navbera aliyên Sune de serokê nû nehatibû hilbijartin.

Mehmûd Meşhedanî beriya dengdanê diyar kir ku ew namzedê Suneyan e û dê fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Îraqê jî piştgiriyê bidin wî.

Mehmûd Meşhedanî kî ye?

Mehmûd Meşhedanî sala 1948an ji dayîk bûye.

Serkirdeyekî navdar ê Suneyan e.

Beriya ku bibe siyasetmedar, di artêşa Îraqê de efser bûye.

Li Zanîngeha Bexdayê bijîşkî xwendiye û sala 1990î hatiye girtin.

Ji ber dijberiya Şerê Kendavê bi îdamê hat mehkûmkirin lê piştre cezayê wî daket 15 sal cezayê girtîgehê.

Mehmûd Meşhedanî sala 2004an bû endamê Komîteya Amadekirina Destûra Îraqê.

Ji 2006an heta 2009an serokatiya Parlamentoya Îraqê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst