Festîvala Hinaran a Helebceyê: 80 hezar kes hatin

01-11-2024
RÛDAW
Dîmenekî festîvalê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dîmenekî festîvalê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Festîvala Hinaran a Helebceyê Berdevkê Birêvebiriya Geştiyariya Helebceyê Hewraman Celal Berhemên Xwemalî Hibarên Helebceyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Geştyariyê ya Helebceyê diyar kir ku di roja yekem a Festîvala Hinaran a Helebceyê de 80 hezar kes çûne Helebceyê.

Festîvala Hinaran a Helebceyê doh dest pê kir û dê heta sibe şemiyê bidome.

Berdevkê Birêvebiriya Geştyariyê ya Helebceyê Hewraman Celal ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku ew li bendê ne îro ji doh zêdetir xelk biçe festîvalê.

Hewraman Celal amaje bi wê yekê kir ku doh 80 hezar kes çûne festîvalê.

Li aliyê din, li Helebceyê xunaviyên baranê jî hene.

Pisporê keşnasiyê Mihemed Kemal da zanîn ku dê xunav berdewam bikin.

Berhemên hinarên Helebceyê bi nav û deng in û her sal 30 hezar ton hinar li Helebceyê tê berhemanîn.

Di Festîvala Hinaran a Helebceyê de berhemên xwemalî yên wekî hingiv, dims, mewîj, guzên Hewramanê, berhemên çandî û karên destî yên jinan tên nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir