Li Amedê 2 xwendekarên beşa tibê karê paqijiyê dikin

01-11-2023
RÛDAW
Li Zanîngeha Dicleyê du heval hem dixwînin û hem jî karkeriya paqijiyê dikin
Li Zanîngeha Dicleyê du heval hem dixwînin û hem jî karkeriya paqijiyê dikin
Nîşan Zanîngeha Dicleyê Amed Xwendekar Paqijî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Dicleyê ya Amedê du xwendekarên beşa tibê karê paqijiyê dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barê xwendinê jî gelekî giran bûye.

Malbat nikarin temamê mesrefa xwendina zarokên xwe dabîn bikin û ev yek dibe sedm ku xwendekar ji xwe re li çareseriyên din bigerin.

Xwendekarên beşa tibê Ahmet Selçuk Maral û Mehmet Caner Bahçivancî piştî ku sala 2022an bi ezmûna zanîngehê beşa tibê qezenc.

Her du xwendekar sala 2023yan jî bi ezmûna karmendiyê li heman zanîngehê wekî xebatkarên paqijiyê hatin tayînkirin.

Xwendekarê beşa tibê Ahmet Selçuk Maral got:

"Ji ber ku ez di karê paqijiyê de dixebitim ez xemgîn nabim. Dema min zanîngeh qedand jî ez dê li vê derê wekî bijîşk dest bi kar bikim."

Piştî dersêcilên spî datînin û cilên kar li xwe dikin

Ahmet Selçuk Maral û Mehmet Caner Bahçivancî piştî temambûna dersên xwe cilên spî datînin û cilên kar li xwe dikin û li heman avahiyê dest bi karê paqijiyê dikin.

Xwendekarê Beşa Tibê Mehmet Caner Bahçivancî jî got:

"Ji ber ku em niha ji dersê derketin cilên spî li me ye. Em dê kêliyeke din cilên xwe biguherin û dest bi karê ku em nanê xwe jê derdixînin bikin. Em ji vê rewşê bextewer û şanaz in. Malbata me jî bi me şanaz e."

Mamosteyên wan jî bi wan şanaziyê dikin û her du xwendekaran ji hevalên wan re wekî mînak nîşan didin.

Alîkarê Bijîşkê Giştî yê Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê Dr. Eşref Araç jî derbarê wan de got:

"Ev heval hem hevpîşeyên me ne, hem xwendekarên me ne û hem jî xebatkarên me ne. Ez hem mamosteyê wan im û hem jî rêveberê wan ê îdarî me."

Ahmet Selçuk Maral û Mehmet Caner Bahçivancî dê 5 salên din jî ligel xwendina xwe wekî xebatkarên paqijiyê bixebitin.

Piştî temambûna pêvajoya xwendinê eger bixwazin dikarin li nexweşxaneya heman zanîngehê wekî bijîşk dest bi kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst