Li Rojhilatê Kurdistanê 5 welatî hatin desteserkirin û 2 jî hatin girtin

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Desteserkirin Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çend rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê 5 welatiyên Kurd hatin desteserkirin û 2 jî hatin girtin.

Li gorî zaniyariyên xwecihî 4 welatiyên Kurd ên bi navê Mîlad Mirwetî, Mihemed Emînî, Alan Hemecan û Pûrya Nesîrî li bajêrê Mihabadê ya Rojhelata Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Îranê ti sedemek ji bo desteserkirina wan kesan destnîşan nekir.

Herwiha li bajarê Sineyê jî welatiyekî bi navê Saman Mihemedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate desteserkirin.

Saman Mihemedî ji bo Girtîgeha Şaramferiyê ya Sineyê hat birin lê sedema desteserkirina wî jî ne diyar e.

Bi tometa endamtiya PDKÎyê hatin girtin

Li bajêrê Pîranşarê ya Urmiyeyê jî kesekî bi navê Mûhsîn Qadirî yê 30 salî yê xelkê gundê Gezgezkê bi biryara dadgehê hat desteserkirin û ji bo Girtîgeha Nexedeyê hat şandin.

Li gorî zaniyariyên xwecihî ew kes bi tometa endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi 2 sal û 6 mehan hat cezakirin.

Roja duşemê li bajêrê Şinoyê, welatiyekî bi navê Şefîh Babekirî yê 34 salî yê xelkê gundê Kanîreşê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya wî bajarî hat girtin.

Şefîh Babekirî jî bi tometa endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi 2 salan hat cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst