Li Dîlokê dema çinîna naneyê dest pê kir: Cotkar ji bazara naneyê razî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 72yê naneyê li Dîlokê tê berhemanîn.

Li navçeyên Nizib û Gilgamêşê yên Dîlokê li erdên kêleka Çemê Feratê çinîna naneyê berdewam e.

Rêveberê Saziya Çandinî û Daristanê ya Gilgamêşê Mustafa Kîllî anî ziman:

“Li Tirkiye ji sedî 72yê naneyê li Gaziantepê tê berhemanîn û ji sedî 50yê vê rêjeyê jî li navçeya Karkarmişê tê berhemanîn.

Li gorî tomarên sîstema cotkaran a sala 2023yan 2 hezar û 943 cotkarên me hene ku 165ê wan naneyê diçînin.”

Cotkar jî ji bazara naneyê razî ne

Naneya li Dîlokê tê berhemanîn piştî ku tê hişkkirin ji bilî bazara navxwe ji Urdun, Almanya, Îmarata Erebî, Îraq, Herêma Kurdistanê û Amerîkayê re jî tê şandin.

Cotkarê bi navê Cemîl Yilmaz li ser berhema naneyê got:

“Piştî ku em bi traktorê diçînin ji bo rengê wê baş bibe em vediguhêzin erdekî hişk.

Eger em li heman cihî hişk bikin ji ber ritûbetê reş dibe û ev jî bandorê li bihayê wê dike.”

Li Dîlokê sala 2022yan 8 hezar û 630 donim nane hatibû çandin û 20 hezar ton nane hatibû berhemanîn.

Nane her sal 4 heta 6 caran tê çinîn û serê donimê weke hişk ji 400 heta 600 kîloyan û weke ter ji 4 heta 6 tonan berhem dide.