Li Erziromê agir bi kursa Quranê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Paltokanê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nediyar agir bi avahiya kursa Quranê ya keçan ket.

Di encamê de 6 xwendekarên keç bi jehrê ketin

Li Taxa Huseyin Avni Ulaşê ya Paltokanê agir bi depoya avahiya 3 qatî ya ku wekî kursa Quranê dihat bikaranîn ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ve hat vemirandin.

Di encama agir de 6 xwendekarên keç ji dûxanê bi jehrê ketin û zerareke zêde ya madî çêbû.

Her 6 xwendekarên ku bi jehrê ketin birin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê û Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.

Li gorî zanyariyan rewşa tenduristiyê ya xwendekaran baş e.

Hat zanîn ku li avahiya kursa Quranê ya keçan a taybet 55 xwendekarên keç perwerdeyê dibînin.