Nêçîrvan Barzanî û Romanowski: Divê Hevpeymaniya Navdewletî were parastin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, her du aliyan daye zanîn ku “li Îraqê parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî girîng e.”

Di hevdîtinê de mijara "pêşvebirina pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê" hatiye gotûbêjkirin.

Herwiha Barzanî û Romanowskiyê behsa “girîngiya parastina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraqê û ewlehiya wan” kiriye.

Li aliyê din, mijarên wekî “Rewşa Herêma Kurdistanê û rûdanê dawiyê yên li herêmê” jî di vê hevdîtinê de hatine nirxandin.