Rûdaw di werza nû de dest bi podcastên nû dike

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê, dê di werza nû de çend podcastên balkêş ên cûrbicûr biweşîne.

Ew podcast ji aliyê nivîskar, hunermend û rojnamevanên Kurdistanê yên xwedî ezmûn û kesên pispor ve dê bên pêşkêşkirin.

Weşandina podcastên werza nû yên Rûdawê îro dest pê kir. Ligel podcastên nû dê 14 podcastên berê jî berdewam bikin.

Rûdaw dê heftane 24 podcastan li ser platformên podcastan ên  cîhanî biweşîne.

Ew podcastên Rûdawê, ji bilî malpera "podcast.rudaw.net" li ser çend malperên podcastan ên navdar ên cîhanê jî têne belavkirin.

Di sepana Apple Podcastsê de, hûn dikarin li cihê lêgerînê bi nivîsandina “Rûdaw” an jî “Rûdaw Podcasts” guh bidin weşanên me.

Herwiha hûn dikarin bi rêya podcastindex, Amazon Music, Spotifyê guhdariya weşanên me bikin.

Kesên ku sîstema têlefona wan a Android e jî  dikarin bi rêya platformên wekî iHeart, Pocket Casts, Castbox, Podcast Addict guh bidin podkastên Rûdawê.

Ev jî podcastên Rûdawê ne:

Dengên Axê

Prdcasta "Dengên Axê" ji aliyê nivîskar û helbestvan Keremo Tekoglû ve tê pêşkêşkirin.

Keremo Tekoglu jiyan û berhemên helbestvan, hunermend û dengbejên navdar ên koça dawî kirine lê berhemên wan heta roja me mane dike mijara podcastên xwe.

Welatê Me Kurdistan e

Pêşkêşvana navdar a Rûdawê Hêvîdar Zana podcasta bi nav nîşana “Welatê Me Kurdistan e” li ser jiyan û berhemên hunermenda navdar a Kurd Aslîka Qadirê amade dike.

Aslîka Qadir dê behsa jiyan, berhem û xebatên xwe yên li Radyoya Êrîvanê bike.

Hunermeda efsaneyî ya Radyoya Êrîvanê Aslîka Qadir yek ji hunermendên mezin ên gelê Kurd e. Stranên ku wê gotine  heta niha jî tên gotin û belav dibin.

Rengê peyvan

Ev podcasta edebî û çandî dê li ser jiyan û berhemên helbestvanên ku helbestên wan bûye beşeke girîng di dîroka edebiyata kurdî de û bandor li wan kiriye be.

Podcast tê ji aliyê her du karmendên Rûdawê Besam Mistefa û Zozan Çetîn ve bê pêşkêşkirin.

Çawa Çêbû?

Mijara vê podcasta heftane jiyana hunermendê navdar ê Kurd Ciwan Haco ye.

Ev podcast ji aliyê pêşkeşkarê Rûdawê yê diyar Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin

Ciwan Haco di vê weşanê de jiyana xwe, xebatên hunerî û serpêhatiyên xwe yên ji Rojavayê Kurdistanê heta Ewropayê vedibêje.

Çavê Sêyem

Çavê Sêyem podcasta guftûgoyê ye ku dê ji aliyê rojnamevan û Berpirsê Dîska Rojavayê Kurdistanê ya Rûdawê Hisên Omer ve bê pêşkêşkirin.

Wekî werza yekem dê li ser pêşhatên herî girîng ên siyasî, civakî û aborî yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ku bandorê li rewşa Rojavayê Kurdistanê dikin raweste û bi mêvanan re şîroveyên objektîf ên li ser bûyeran bê kirin.

Bi Dema Amedê

Podcast Bi Demê Amedê podcasteke heftane ye ku girîngiyê dide bûyerên civakî, aborî, siyasî û çandî yên Bakurê Kurdistanê.

Di podcasta Bi Demê Amedê de jî wekî werza yekem bûyerên herî girîng ên hefteyê dibine rojev û şîrove li ser tên kirin.

Maşallah Dekak heftane bi rêya podcasta Bi Demê Amedê bi mêvanên xwe re bûyeran şîrove dike û nîqaşan li ser dikin.

Green Box

Podcasta "Green Box"ê behsa guherîna avhewayê û bandorên wê yên li ser çandinî û jîngehê dike.

Ev bername jî dê heftane be û  ji aliyê Çiraxan Asoyê ve were pêşkêşkirin.

Çiraxa Aso dê ligelmêvanên xwe yên Green Boxê guherinên hawîrdorê yên ji ber avhewa diqewimin şîrove bike.

Çîrokên Dadgehê

Dadwerê Kurd ê xanenişîn Abdulbasit Ferhadî di vê podcastê de, behsa çîrokên ku di dema xebata wî ya dadgehê de bandor li wî kirine vedibêje.

 

100 salên li Îrqê

Di vê podcastê de dê behsa dîroka 100 salî ya Îraqê, bûyer, tevgerên siyasî, serhildan û şoreşên ku di vê heyamê de qewimîn bike.

Bername dê  ji aliyê Selam Sadî ve were pêşkêşkirin.

Zimanê Pirtûkan

Di vê podcastê de romannivîsê Kurd ê navdar Cebar Cemal Xerîb dê behsa hunera nivîsandinê, teknîkên romanê û vegotina xwe ya romanê bike.

CV Line

Ev podcast jî ji aliyê aliyê Kaziwa Nesredîn ve tê amadekirin û pêşkêşkirin.

Kaziwa Nesredîn di bernameyê de dê bi mêvanên xwe yên pisporê re, şîretan li ciwanên Herêma Kurdistanê bike ka çawa dikarin projeyên xwe yên bazirganî amade bikin û baştir pêşkêşî sazî û dezgehên cuda û rêxistinên navdewletî bikin.

Best Design

Ev podcast jî dê ji aliyê Ehmed Taha ve were amadekirin û pêşkeşkirin.

Di bernameyê de bi awayekî zanistî dê rêbazên avakirinê, dîzayn, endezyariya rê, madeyên avakirinê, pêdiviyên endezyariyê yên ji bo avahiyan û standardên navdewletî bêne nirxandin.

Digital Citizen

Podcasta Digital Citizenê di werza xwe ya duyemîn de ye  podcasteke nû ya Radyoya Rûdawê ye ku ji aliyê Rêveberê Teknîkî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Hejar Birincî ve tê pêşkêşkirin.

Pêşkêşkar dê behsa dahênan ên herî nû yên teknolojiyê û hişê çêkirî dike.

Her wiha giringiya teknolojiyê û bandora wê ya li ser jiyana civaka Kurdî vedibêje.

Di vê podcastê de behsa pirsgirêkên ku hevterîbê sûdên pêşketina teknolojiyê yên dixe nav jiyana mirovan tê kirin.

Auto FM

Auto FM podcasteke mekanîkî ye ku agahdarî li ser hemû parçeyên otomobîlan dide ku ji aliyê endezyar mekanîkî Ela Mihemed ve tê pêşkêşkirin.

Piraniya me li ser pirsgirêkên otomobîlan ne xwediyê zanyariyên bingehîn in, her çend biçûk jî bin.

Bînin ber çavên xwe, heger otomobîla we li deverek dûr an di rewşeke dijwar de têk biçe, hûn ê çi bikin? Hûn ê li benda hostayekî mekanîkê bisekinin ku otomobîla we çê bike? Yan tu yê çi bikî?

Bi guhdariya podcastên Auto FM ên Radyoya Rûdawê, hûn ê ji hemû beşên otomobîlê û çawaniya karkirina wan agahdar bibin.

Rûdawî Cîhan

Li cîhanê her roj gelek bûyer diqewimin, dibe ku em tenê digihêjine beşeke wan nûçeyên asayî.

Lê di podcasta Rûdawî Cîhan a Radyoya Rûdawê de rojnamevan û edîtorê Dîska Navneteweyî ya Rûdawê Lihon Nesredîn heftane, behsa nûçeyên herî girîng ên hefteyê yên ku bandorê li ser civaka Kurdistanê û cîhanê dike, wan hildibijêre û şîrove dike.

Rûdawî Îraq

Bûyerên ku li Îraqê diqewimin rasterast bandorê li tevahiya Başûrê Kurdistanê dikin.

Edîtorê Dîska Îraqê ya Rûdawê Hestiyar Qadir dê heftane agahiyên herî dawî yên li ser bûyerên Îraqê û agahiyên paşperdeyê li ser bûyerên herî girîng ên wî welatî bide û şîrove bike.

Herwiha dê di podcasta Rûdawî Îraqê de bi mêvanên şareza re li ser bûyerên ku li Îraqê diqewimin biaxive.

Bazar

Çima welatek ji welatekî din pêşketîtir e? Çima kesek ji kesekî din dewlemendtir e û bêhtir qezenc dike?

Du firoşkar li kêleka hev in lê yek ji yê din zêdetir qezenc dike. Bûyerên aborî yên herî girîng çi ne û çi bandorê li bazarê û tevgerên bazarê dikin.

Mihemed Şêx Fatih her hefte di Radyoya Rûdawê re dê behsa liv û tevgerên di bazarê de, danûstandin û firotinê bike.

Pêşkêşkar dê di podcasta xwe de behsa encamên bûyeran ên li ser bazarê û firoşkaran bike û firoşkar û xwediyê kar çawa dikarin xwe bi bazara cîhanî re biguncînin, da ku bandoreke xirab li ser kar û berhemên wan neke.

5 Xulek

Podcasta 5 Xulekî her roj dê di du demên cuda de ji aliyê Edlîn Qasim ve di Radyoya Rûdawê de bê pêşkeşkirin.

Podcasta 5 Xulekê aliyekî din ê nûçeyan e û rojane dê di nava pênc xulekan de nûçeyên herî dawî û girîng ên her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê ji bo guhdarên Radyoya Rûdawê bên pêşkêşkirin.

Yarîgey Rûdaw

Her hefte rojnamevanên Dîska Werzîşê ya Tora Medyayî ya Rûdawê dê bi rêya podcasta Yarîgey Rûdawê nûçe û bûyerên werzişî gotûbêj bikin.

Pêşkêşkarên Yarîgey Rûdaw dê behsa lîg û lîstikên cîhanî yên ji bo we girîng in bikin, ew dê pêşhatên werzişî şîrove bikin û zanyariyên nebihistî ji we re bibêjin.

Doctor Online

Podcasta Doctor Online podcasteke tenduristiyê ya heftane ye ku ji aliyê Dr. Ranya Rizgar ve tê amadekirin û pêşkeşkirin.

Bi rêya podcasta Doctor Online dê behsa nexweşiyan bê kirin û bi mazûvaniya pisporan, nexweşî û pirsgirêkên tenduristiyê dê bêne gotûbêjkirin.

Di podcasta Doctor Online de, bala sereke li ser hişyariya tenduristiyê û xweparastina ji wan xeletiyên dibe ku civak rûbirû bimîne û xwe neparêze.

Be Katî Silêmanî

Podcasta Be Katî Silêmanî podcasteke hefteyî ye ku dê ji aliyê rojnamevanê Tora Medyayî ya Rûdawê Aso Serawî ve tê pêşkêşkirin.

Aso Serawî her hefte bi mêvanên xwe re behsa bûyerên herî girîng ên siyasî, civakî, xizmetguzarî, tenduristî û aborî bike ku bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyên li Silêmaniyê dijîn dike.

Podcasta Be Katî Silêmanî li ser xizmetguzarî û jiyana rojane ya welatiyên Silêmaniyê radiweste.

Bi Dema Dihokê

Bi Dema Dihokê podcasteke hefteyî ye ku ji aliyê Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Dihokê Nasir Elî ve tê pêşkêşkirin.

Nasir Elî her hefte behsa pêşhatên herî girîng ên siyasî, civakî, xizmetguzarî, tendirustî û aborî dike ku bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyên ku li Behdînan û Deşta Neynewayê dijîn dike.

Podcasta Bi Dema Dihokê li ser xizmetguzarî û jiyana rojane ya welatiyên Duhokê, devera Behdînanê, Deşta Neynewayê û Şingalê radiweste.

Legel Adem

Adem Bêdar bi rêya podcasta Legel Adem heftane, bi mêvanên xwe re guftûgo li ser bûyerên di civaka Kurdistanê de bi mebesta ku têgihîştineke nerm li ser bûyeran hebe ji perspektîfa olan bike ku bandorê li ser aştiya civakî dike.

Podcasta Legel Adem ji bo rêzgirtin û qebûlkirina hemû olên civaka Kurdistanê guftûgoyan dike.

Mijar

Podcasta Mijarê ji hemû podcast û bernameyên din cudatir e.

Di Mijarê de xula yekem a vê podkastê pirsgirêkên welatiyan e, di podcastê de welatî dikarin bi telefonê pirsgirêkên bînine ziman.