Mesrûr Barzanî û Balyoza Kanadayê bihêzkirina pêwendiyên dualî gotûbêj kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyoza nû Kanadayê ya Îraqê Kathy Bunka civiyan û pêwendiyên dualî gotûbêj kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo destbikarbûna wê pîrozbahî li Balyoza nû Kanadayê ya Îraqê Kathy Bunkayê kir.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, Mersûr Barzanî hêviya serkeftinê ji Katy Bunkayê re xwest û piştevaniya xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera Kanada û Herêma Kurdistanê nîşan da.

Ji aliyê din ve Kathy Bunkayê daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re bi taybetî di warê veberhênan, bazirganî û pevguhartina kulturî de nîşan da.

Hewiha mijarên wekî girîngiya dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, giringiya bihêzkirina sîstema federaliya Îraqê, rûbirûbûna bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê û sûdwergirtina ji ezmûna Kanadayê hatin gotûbêjkirin.