Bi hezaran Kurdên Êzidî ji kampên li Dihokê vedigerin Şingalê

01-11-2023
RÛDAW
Nîşan Şingal Koçber Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku bi hezaran Kurdên Êzidî piştî ku bi salan li kampên Dihokê man vegeriyan Şingalê.

Wezîra Koç û Koçberan a Îraqê Îvan Fayiq Cebroyê ragihand ku hezar û 150 malbatên Kurdên Êzidî bi dilê xwe ji kampên Dihokê vegeriyane cih û warên xwe yên li Şingalê.

Îvan Fayiq Cebroyê got, “Di demên pêş de, dê zêdetir Êzidî bi dile xwe vegerin cihên xwe yên berê.”

Îvan Fayiq Cebroyê herwiha da zanîn ku wezareta wê amade ye ji vegera koçberan  a navçeyên xwe her hêsankariyan bike.

Çi qewimî bû?

Sala 2014an DAIŞê êrişî Şingal û derdora wê kir.

Li gorî amaran, di êrişa DAIŞê de nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzidî canê xwe ji dest daye û li aliyê din bi hezaran Êzidî jî hatin revandin.

Kurdên Êzidî yên ji komkujiyê filitîne xwe li çiyayê Şingalê parastin. Piştî wê bi alîkariya civaka navneteweyî li kampên Dihokê hatin bicihkirin.

Qaymeqamê Şingalê Nayîf Saydo di meha Tebaxê de ji Rûdawê re gotibû, ji sedî 60ê şêniyên Şingalê hîna li Herêma Kurdistanê û bi taybetî li kampên Dihokê dijîn.

“Ji nû ve koçber dibin”

Serokê Navenda Hevbeş a Kordînasyona Krîzan a Herêma Kurdistanê Sîrwa Resûl ji Rûdawê re gotibû, malbatên ku vedigerin Şingalê gelek caran ji ber şert û mercên neyînî yên bajêr dîsa koçber dibin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan di rapora xwe yameha hezîranê de hikûmeta Îraqê bi wekî tewanbar kirib ku tezmînteke baş nedaye Kurdan Êzidî yên mexdûrên êrişa DAIŞê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst