Talebanî û Plasschaert 'rêveberî û reformên li Iraq û Herêma Kurdistanê' nirxandin

01-11-2022
RÛDAW
Nîşan Foruma MERI 2022 Qubad Talebanî Jeanine Hennis-Plasschaert
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî beşdarî Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ya "Iraq ji bo hemûyan" bûn û di çarçoveya forumê de nirxandinên girîng kirin.

Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatê Navîn (MERI) a bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” a li Hewlerê bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê berdewam e.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî wek axaftvan beşdarî panelê bûn

Kubad Talebanî anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a li Iraqê rêveberî ye û got, "Hikûmet xwedî siyaseteke zelal in û ti pîvaneke ku nîşan bide hikûmetên çiqasî serkeftî ne, nîne."

Talebanî diyar kir ku ew zêdetir bala xwe didin reforman û dibêje “Birîna bûdceya piştî sala 2014an, şerê DAIŞê û piştre jî pêşwazîkirina bi sed hezaran koçberan me hişt ku em gavên bilez ên reformê bavêjin. Weke civata wezîran me hewl da ku em siyaseta xwe ya darayî biguherînin, dahatên xwe kom bikin û mûçeyan bidin.”

Talebanî bi bîr xist ku wî du dewran di hikûmeta Herêma Kurdistanê de cîgirê serokwezîrî kiriye û diyar kir ku li hember krîzên nav hikûmetê bi hev re tevdigerin û wiha anî zimna “Krîzên berê me hişt ku em lêçûnên xwe ji nû ve binirxînin. Em wek hikûmet li dijî qeyranan bi hev re bûn û me hikûmet ji pêşbaziya partiyan parast. Ger me ev yek nekiriba, hikûmetê nikaribû ti gav biavêta.”

Herwina Talebanî ragihand “ Ger îradeya we ya siyasî, yekîtî, vekirîbûn, nêrîn û ya herî girîng jî xebateke tîmî hebe hûn dikarin hemû astengiyan derbas bikin. Lê eger hikûmet bibe qada şerên di navbera welatên siyasî de tiştek bi ser nakeve.”

Kubad Talebanî her wiha tekez li ser wê yekê kir ku hemû aliyên siyasî piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin.

Talebanî bal kişand ser pirsgirêk û gendeliya li Iraqê û got, "Bi milyaran dolar tenê ji bo çareserkirina kêşeya elektrîkê li Iraqê hat dayîn, lê nehat çareserkirin."

Talebanî amaje bi wê yekê jî kir, ku Serokomar Letîf Reşîd ne tenê ji bo parastina mafên kurdan li Bexdayê bû, Talebanî dupat kir ku ew piştgiriya yekrêziya kurdan li Bexdayê dikin.

Talebanî, li ser pirsekê got, wan wek YNK qanûna niha ya hilbijartinên Herêma Kurdistanê qebûl nekir û dibêje “Civaka navneteweyî jî ji bo hilbijartineke şefaf û adil li ser Iraqê ferz kir. Em jî niha ji yasaya hilbijartinan a li Kurdistanê ne razî ne. Divê qanûnek ku ji bo hemûyan edalet û wekheviyê misoger bike hebe. Divê mafên hilbijêran neyên şewitandin.”

Cîgirê Serokwezîr Talebanî diyar kir ku divê yasaya nû ya hilbijartinan li Parlamentoya Kurdistanê were amadekirin.

Talebanî li ser pirseke derbarê rola jinan li Herêma Kurdistanê wiha bersivand “divê jin li Kurdistanê xwedî biryar bin. Siyaset li Kurdistanê hê jî lîstika mêran e. Siyaset, hikûmet û partî jî heta radeyekê meydana lîstika mêran in. Bêyî guhertina vê zîhniyetê ne pêkan e ku em weke Herêma Kurdistanê pêş bikevin. Ez serbilind im ku ji partiya min pêşengên jin derketine û ne tenê di warê mafên jinan de di siyasetê de jî diyarker in. Ez hêvî dikim ku rojekê em serokwewîreke jin bibînin.”

Qubad Talebanî li ser Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert axivî û got “Jeanine Hennis-Plasschaert ji me bêtir li ser welatê me fikaran dike. Li welatê me ew tekane kes e ku dikare bi hemû aliyan re biaxive.”

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert jî bal kişand ser gendeliya li Iraqê.

Plasschaert got, "Toreke mezin a gendeliyê li Iraqê hatiye avakirin. Kêşeya herî mezin a li pêşiya Iraqê nebûna têkoşîna li dijî gendeliyê ye. Lewma reformên cidî bi ser nakevin.”

Plasschaert da xuyakirin, ku pirsgirêk ne bi baş axaftinê, bi pêkanîna biryarên hatine girtin, çareser dibin û dibêje “Li Iraqê gelek prensîbên me hene, lê ev 17 sal in gelek ji wan prensîp nehatine cîbicîkirin.”

Plasschaert tekez kir “Pêdivî bi sazîbûnê heye. Tenê Letîf Reşîd, Nêçîrvan Barzanî, Qubad Talebanî bi tena serê xwe nikarin pirsgirêka Iraqê çareser bikin. Divê rêveberiyek sazîbûnê hebe.”

Plasschaert ragihand “Divê giringiya hikûmeta nû ya Iraqê ew be ku xizmetguzariyê ji xelkê re bike û baweriyê di navbera gel û rêveberiyê de çêbike. Pêdiviya mirovan bi xizmet, kar heye. Her tişt bi hewldanên Serokwezîr tenê nayê çareserkirin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî behsa operasyonên Tirkiye û Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê jî kir û got “Desthilatdariya min nîne ku ez êrîşên Îran û Tirkiyê yên li ser xaka Iraqê rawestînim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst