Foruma MERI: Divê hêzên herêmê bi awayekî cidî li ser aramiya Iraqê bifikirin

01-11-2022
RÛDAW
Nîşan Foruma MERI 2022 Hewlêr Meri
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di yekemîn panela îro ya Foruma Merî de "Iraq ji bo hemûyan" ya ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERI) ve hatiye organîzekirin de, beşdaran bi amaje bi geşedanên li Iraq û navçeyê, tekezî li ser giringiya aramiya Iraqê kirin. Serokê Enstîtuya MERI Dilawer Eladîn dibêje: “Divê hêzên herêmê bi awayekî cidî li ser aramiya Iraqê bifikirin.”

Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatê Navîn (MERI) a bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” a li Hewlerê bi sponseriya Tora Medyayî ya Rûdawê berdewam e.

Foruma ku duh bi panela yekem a bi mijara “Pêşîlêgirtina tundrewiyê li Iraq û Rojhilatê Navîn” destpê kirî, mijara panela yekem a îro jî  "Nêrîneke berfireh bo Rojhilata Navîn û dînamîkên hêzê" bû.

Mêvanên panelê ku ji aliyê Balyozê Iraqê li Almanyayê Lukman Faily ve hatî birêvebirin, Berpirsê Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Derve ya Amerîka Steve Bitner û  ji Enstîtuya Rojhilata Navîn a Amerîkî Randa Slim û ji Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî Walî Nasr bûn.

Serokê MERIyê: Iraqê şiyana rabûn û bihêzbûnê heye

Serokê Enstîtuya MERIyê Dilawer Eladîn di axaftina berî destpêka panela îro de behsa foruma sala borî kir û got ku pêkhateyên Iraqê nekarîn hikûmeteke bihêz pêk bînin, lewra bû sedema ku gelek buyerên nexwestî rû bidin.

Dilawer Eladîn got: “Di dîroka Iraqê de yekem car e aliyê piranî ji parlamentoyê vekişe û rê ji opozîsyonê re vebike. Di encamê de hikûmet lawaz ma ye û cîranên Iraqê jî derfet ji vê yekê wergirtin û êrîşên xwe yên bejahî û asmanî pêk anîn.”

Eladîn tekez kir ku divê hêzên herêmî li ser aramiya Iraqê baş bifikirin û got: “Iraqeke nû û bi bandor dikare di aramiya herêmê de rol bilîze. Iraqê şiyana rabûn û bihêzbûnê heye. Hikûmeta nû ya Iraqê soza reformê û xweşguzeraniyê daye welatiyan. Pêwîst e serkirdeyên xwedî desthilat îrade bikin û vî welatî rizgar bikin.”

Bi gotina Eladîn welatên lawaz ên herêmê serweriya xwe winda kirine û Iraq û Lubnan du mînakên herî diyar in.

Serokê Enstîtuya MERIyê herwiha tekez kir ku “Divê hêzên herêmê bi awayekî cidî li ser aramiya Iraqê bifikirin” û got: “Li Iraqê sîstemeke desthilatdarî ya lawaz heye. Lawazbûna Iraqê rê li ber zêdebûna tundrewî û terorê xweş dike.”

Eladîn herwiha eşkere kir ku dem dema wê ye ku koçberên Iraqî vegerin ser war û malên xwe.

Steve Bitner: Herêma Kurdistanê şirîkekî mezin ê Amerîkayê ye

Di panela bi navnîşana "Nêrîneke berfireh bo Rojhilata Navîn û dînamîkên hêzê" de Berpirsê Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Derve ya Amerîkayê Steve Bitner got: "Ez dixwazin têbîniyên xwe yên îro yên destpêkê di çarçoveya stratejiya ewlehiya niştimanî ya serok (Biden) de bînim ziman ku roja 12ê Cotmehê belav kiriye. Stratejiya wî tekez li wê yekê dike ku Amerîka pabendê karkirina ligel hevbeşên xwe yên li Rojhilata Navîn e û berjewendîyên me yên berdewam li vir hene. Weke herdem, em balê dikşînin ser aştî, aramî û xweşguzeranî li navçeyê. Herwiha ji bo hevbeşiya xwe ya stratejîk ligel hemû welatên Rojhilata Navîn bihêz bikin. Serok Biden di rojên destpêka îdareya xwe da got, ew biryarên em iro didin dê bandorê li wan astengî û derfetên li pêşiya me bikin."

Steve Bitner tekez kir ku welatî dê dest ji nirxên demokratîk û rêveberiya baş bernede û got: “Em dê artêşa Amerîkayê ji bo guhertina rejîman bikar nehînin. Divê Iraq bi cîranên xwe re têkiliyên baş hebe.”

Bitner diyar kir ku ew pêşwazî li biryara Iraqê ya li Neteweyên Yekbûyî ya derbarê şerê Ukraynayê dikin û got: “Em amade ne ku piştgiriyê bidin şirîkên xwe, me ev yek di piştgiriya Ukraynayê de îspat kir.”

Berpirsê Ofîsa Karûbarên Rojhilata Nêzîk a Wezareta Derve ya Amerîkayê Steve Bitner tekez kir ku Herêma Kurdistanê şirîkekî mezin ê Amerîkayê ye û got: “Em hewl didin hevkariyên zêdetir li gel Herêma Kurdistanê hebin û zêdetir kompanyayên Amerîkî li vir kar bikin.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Bitner anî ziman ku veberhênanên Çînê yên li herêmê dibin gef li ser serweriya welatên herêmê.

Walî Nasir: Bandora bûyerên li vê herêmê li ser hemû cîhanê hebûye

Ji Zanîngeha Johns Hopkîns a Amerîkayê Walî Nasir destnîşan kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn bandorê li tevahiya cîhanê dike.

Walî Nasir diyar kir ku tevlîbûna Îranê ya li Ukraynayê ji bo guhertina hevsengiya hêz û şer e û got: “Amerîka ji herêmê derneketiye, lê balê bala wê li ser Ukraynayê ye. Ji sala 2003an ve peywendiyên Îran û Amerîkayê xirab bûne. Niha di hundirê Îranê de rewşek heye ku em pêşbînî nakin di demek nêzîk de rêkeftinek di navbera Amerîka û Îranê de were îmzekirin. Heta niha asoya rêkeftina Îran û Amerîkayê ne diyar e. Em hewl nadin ku rejîma Îranê biguherînin.”

Nasir amaje bi wê yekê kir ku bandora bûyerên li vê herêmê li ser hemû cîhanê hebûye û got: “Li herêmê di navbera Îran û Erebistana Siûdî de pêşbirka bandor û hegemoniyê heye.Dibe ku Iraq bibe navenda nakokiyên herêmî li herêmê, bi taybetî di bin kontrola Amerîkayê de.”

Nasir herwiha da zanîn ku rêkeftina sînorî ya vê dawiyê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de bêyî erêkirina Îranê pêk nedihat.

Derbarê êrişê Îranê yên bo ser Herêma Kurdistanê de Nasir got: “Divê pirsa êrîşa dawî ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê bê çareserkirin.”

Nasir di heman demê de got: “Tişta ku niha li Îranê diqewime, helwesta civakê ye, ji ber wê jî divê girîngî bi helwesta civakê bê dayîn.”

Randa Slim: Divê hemû cîhan ji ezmûna Herêma Kurdistanê ya pêkvejiyanê sûd werbigire

Di heman panelê de ji Peymangeha Rojhilata Navîn a Washingtonê Randa Slim jî got: Cîhan li gorî berê du qat zêdetir giringî dide Rojhilata Navîn.”

Randa Slim bal kişand li ser mijara enerjî û guherina avhewayê û got: “Şerê li Ukraynayê bi dehan welat xistiye nava krîza enerjiyê. Têkildarî enerjî û guherîna avhewayê herêm di bin gef û metirsiyan de ye. Dibe ku herêm bi şokên mezin ên enerjiyê re rû bi rû bimîne. Metirsiyeke din jî kêmkirina asta giringiya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ye.”

Derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jî Slim got: “Li Îranê serhildanek heye ku di navbera gel û çîna serdest de alozî derketiye.

Tekîldarî rewşa Herêma Kurdistanê de jî Randa Slim wiha axivî: “Min hertim hêviyek mezin ji hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê hebûye, lê di heman demê de dilgiraniyên min ên cidî li ser gendelî, azadiya ragihandinê û mafên mirovan hene. Divê em wek mînak li Herêma Kurdistanê binêrin ku divê hemû cîhan ji ezmûna wê ya pêkvejiyanê sûd werbigire. Amerîka di wê baweriyê de ye ku Herêma Kurdistanê şirîkekî giring ê Amerîkayê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst