HRW: Di encama şerê navbera HSD û çekdarên DAIŞê de zerar gihiştiye 140 xaniyan

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) dibêje di encama şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê yê di destpêka îsal de li Rojavayê Kurdistanê û bakurê-rojhilatê Sûriyê herî kêm 140 xaniyên ku 147 malbat di wan de diman, hatine hilweşandin an jî zerar gihiştiye wan.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov (HRW) ‘ro, 1ê Mijdara 2022an raporek derbarê navçeyên ku rûbirûbûn di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de li wan çêbûbû belav kir. HRW dibêje, di Çile û Sibata 2022an de “li taxên Xiwêrana Rojhilat û el-Zuhûr ên bajarê Hesekê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bildozer bikar anîne ji bo hilweşandina xaniyan.”

Di raporê de, HRW amaje bi zanyariyên komîteyeke lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî dide û dibêje, ligel operasyona leşkerî çekdarên DAIŞê ketine nava xaniyan û HSDê ji Human Rights Watch re gotiye ku ew teqemeniyên DAIŞê di dema "operasyonên lêgerînê" de vedabûn, ji alîyê wan ve hatine teqandin.

HRW dibêje: "Divê HSD kesên malên wan bi awayekî neyasayî zerar dîtine yan wêran bûne, qerebû bike, bi rêya dana pereyan an rêyên din, pêwîst e jî hemû kesên din ên ji wêrankirinê zerar dîtine, qerebû bike. Herwiha HSD zelal bike ka çima gihişte wê encamê ku ti çareyeke din li pêş nîne ji bo ewlehiya xelkê biparêze ji bilî hilweşandina xaniyan. Endamên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê ku alîkariya HSDê kir di ewlekariya girtîgehê de, divê HSDê han bidin guhertinan bike û di vî warî de jê re bibin alîkar.”

Li gor HRWê; "HSDê hê bi temamî û eşkere negotiye çima pêwîstiya wan bi wêrankirina bi dehan xaniyan hebû ji bo girtina êrîşkerên zindanê û peydakirina ewlehiya deverê." Rêveberê Krîz û Pevçûnan li HRWê Gerry Simpsn dibêje: "Di vê navberê de, divê ew alîkariya malbatên zerar gehiştiye wan bikin daku jiyana xwe ji nû ve ava bikin."

Di 20ê Çile de çekdarên DAIŞê êrîşî Girtîgeha Sînaa ya li Taxa Xiwêran a Hesekê kirin, di encam de şerekî 10 rojan qewimî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi piştgiriya operasyonên esmanî yên Amerîkayê wek beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê ji bo têkbirina DAIŞê. Amerîka bi sed mîlyon dolaran piştgiriya teknîkî û aborî dide HSDê.

Di girtîgehê de nêzîka 4 hezar gumanbarên DAIŞê û endamên malbatên wan hebûn, di nav wan de 700 kur, ji Sûriyê û 20 welatên din bûn. HSDê di 31ê Çile de ragihand ku wê bi temamî kontrola girtîgehê û taxên derdorê bidest xistiye, û di encama wî şerî de zêdeyî 500 kes hatine kuştin. Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di şer de herî kêm 45 hezar niştecîh derbider bûne.

HRW dibêje di navbera 21ê Çile û herî kêm 11ê Sibatê de, HSDê û hêzên Asayişê (Ewlekariya Xwecihî) li çendîn deverên bajêr belav bûbûn ji bo dîtina girtiyên reviyayî û çedkarên DAIŞê yên ku êrîşî girtîgehê kiribûn, di nav de li taxên Xiwêran, el-Muftî, el-Nasira û el-Zuhûr. Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya Vekolînê ya Taybet bi Sûriyê ji HRWê re gotiye, hinek çekdarên DAIŞê "xwe li deverên niştecihbûnê veşartine" û operasyona ku wek "Çakûçê Gel" tê binavkirin destpê kiriye û heta 23 Çile, 6 hezar niştecihên Xiwêran û el-Zuhûr ji malên xwe reviyane.

Human Rights Watch  behsa wê yekê jî dike ku 28ê Hezîranê rêkxistina wan raporek derbarê encamên berdest û pirsên girêdayî wê ji HSDê re şandiye. Di bersivekê de roja 21 Tîrmehê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, gotiye ku endamên DAIŞê malên niştecihan "wek veşartgeh û depoyên çekan" bikar anîne, sivîl dîl girtine, sivîl kuştine, xwe radest nekirine, piştre mîn û teqemenî danîne nav malên ku HSDê "di dema [operasyonên] lêgerînê de ji ber pêwîstiya ewlehî û leşkerî" teqandine.

Ebdî behsa wê yekê jî kiriye ku HSDê di operasyonê de tenê çekên sivik û navîn bikar anîne û bi "hûrî û hişyarî ji bo parastina can û milkê sivîlan" tevdigeriya ye. Fermandarê HSDê di dawiya axaftina xwe de gotiye, pêwîst e civaka navdewletî "bi taybetî welatên ku welatiyên wan li bakur û rojhilatê Sûriyê di zindana El-Sînaa de girtî ne, berpirsyariya herî mezin werbigrin li hember her [bûyereke] wek êrîşa bo ser girtîgeha El-Sînaa."

HRW dibêje Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser "berpirsyar in ku rêzê li yasaya mafên mirov bigrin, di nav de mafê vehewandina guncaw ku parastina li hember wêrankirin û hilweşandina bizorê ya xaniyan, û erka pêşkêşkirina qerebûkirineke guncaw û sitargehekê bo kesên zerar dîtine, lixwe digre”. HRW daxwaz dike HSD bi lêkolînekê diyar bike ka wêrankirina xaniyan li gor yasaya mirovî û pîvanên mafên mirov e yan na û her kesê xaniyê wî bi awayekî neyasayî zerar dîtiye yan jî hatiye rûxandin, qerebû bike.

Ev jî di demekê de ye li gor HRWê,  rêxistineke Sûrî û çalakvanên xwecihî yên ku rapirsî pêk anîne gotine wan ligel nûnerên 84 ji 147 malbatên ku bê xanî mane li taxên Xiwêrana Rojhilat û el-Zuhûr hevpeyvîn kirine. Di rapirsîyê de hatiye diyarkirin ku 48 avahiyên pir-qatî ku 49 malbat vedihewandin bi temamî hatine hilweşandin, 26 avahiyên ku 26 malbat vedihewandine zerareke zêde dîtine, 26 avahiyên ku 31 malbat di wan de diman zerareke kêm dîtine û beşek ji 40 avahiyên ku 41 malbat vedihewandin zerar dîtine. Li gor rapirsiyê, 131 avahî li Xiwêrana Rojhilat û 9 jî li el-Zuhûr bûne.