Li Êlihê ji ber gaza menqelê 3 kes bi jehrî ketin

01-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kercewsê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di malekê de 3 kes bi gaza menqelê bi jehrî ketin.

Li gundê Binkelbê ser bi navçeya Kercewsê ya Êlihê şevê din malbatek ji ber hewaya sar bo bikarin xwe germ bikin menqel dibin hundir daku xwe li ber germ bikin. Lê ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji menqelê sê kesên nav malê ji hişê xwe çûn.

Di malê de Ahmet Işik ê 75 salî, hevjîna wî Lutfiye ya 70 salî û neviyê wan Ahmet ê 17 salî hebûn. Hevalên Ehmed ên dibistanê derengê şevê telefona wî dikin lê dema bersiva wan nade, diçin mala wan û dibînin ku Ahmet, bapîr û pîrika wî li hundir ji ser hişê xwe çûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê tên cihê bûyerê û her sêyan vediguhezin Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê.

Piştî midaxeleya destpêkê bapîr û pîrikê dibin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê. Ahmet jî vediguhezin nexweşxaneyeke taybet a wî bajarî. Lê li gor agahiyan rewşa tendirustî ya Ahmetê 17 salî ku xwendekarê dibistana amadeyî ye hê jî giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst