Li Erzeromê agir bi boriya gaza xwezayî ket: 2 karker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Paltokan a ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ve, agir bi boriya gaza xwezayî ket û di encam de 2 karker birîndar bûn.

Li gor zanyariyan îro 1ê Cotmeha 2022ê li navçeya Paltokan a ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê, dema karkerên hêla gaza xwezayî kar dikirin, yek ji boriyên gaza xwezayî qul bû û agir girt.

Di bûyerê de 2 karkerên ku hewil didan boriyê çak bikin birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê hatin cihê bûyerê û agir vemirandin.

Herdû karkerên ku birîdar bûne ji aliyê tîmên tendirustî ve li cihê bûyerê hatin derman kirin.