Galeriya wêneyan

01-11-2022
24 Photos

Foruma Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatê Navîn (MERI) a bin navnîşana "Iraq bo Hemûyan” a li Hewlerê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê berdewam e.

Foruma ku duh bi panela yekem a bi mijara “Pêşîlêgirtina tundrewiyê li Iraq û Rojhilatê Navîn” destpê kirî, mijara panela yekem a îro jî  "Nêrîneke berfireh bo Rojhilata Navîn û dînamîkên hêzê" bû.

Foruma îsal a MERI di demeke girîng a Iraqê de tê, ew welatê ku piştî bêhtir ji salekê ji hilbijartinê û gelek girjî û aloziyên siyasî û ewlehî, dawiyê hikûmetek bi bê beşdariya aliyê serkeftî yê yekem di hilbijartinê de, hate pêkanîn.

Di Foruma MERI 2022 de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Şêwirmendê Stratejîk ê Mîsyona Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Adam Ravnkilde, Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutrashev, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, Balyozê Almanyayê li Iraqê Martin Jaeger, Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski, Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Greganti û Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û çend siyasetmedar, dîplomat, rûspiyên pêkhateyên etnîkî û olî û akademîsyen amade dibin.

Di foruma îro de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert behsa astengiyên li ber çaksaziyê û derfetên li pêş Herêma Kurdistanê û Iraqê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dê di panelekê de biaxive û ew dê sibe Çarşemê behsa vê yekê bike ka dê çawa hemû sûdê ji Iraqê bibînin.

 

Wêne: Bilind Tahir/Rûdaw