‘Heyet Tehrîr el Şam li Efrînê 3 kes kuştin û 6 kes revandin’

01-11-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Heyet Tehrîr el Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku Heyet Tehrîr el Şam ragihand ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê gelek binpêkariyan dike.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku, Heyet Tehrîr el Şam çekdarên xwe bi rêya “Dazgeha Ewlehiya Giştî” ya ser bi hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” li Efrîn û gundewarê bakurê rojavayê Helebê belav kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, Heyet Tehrîr el Şam bi alîkariya grûpên çekdar ên Firqeya Hemze, Silêman Şah û Sultan Murad û çend grûpên din, li Efrînê binpêkariyan dike. Weke mînak, wan grûpan 6 welatiyên Kurd li Efrînê girtine û cih û çarenivîsa wan ne diyar in. Hevdem bi sedema şer û pevçûnên navbera Heyet Tehrîr el Şam û Feyleqa Sêyem, du jin û zarokek hatine kuştin.

Heyet Tehrîr el Şam herwiha bac, heta rêjeya %60 li ser berhema zeyt û zeytûnan li ser gundên Efrînê sepandine, di nav de hejmarek ji gundên her yekî ji bajarokê: Mabata, Şiyê, Reco û Bilbilê.

Ji 13yê Cotmeha 2022yan ve, Heyet Tehrîr el Şam bi alîkariya grûpên Hemzat, Emşat û Ehrar El-Şam dest danî ser bajarê Efrînê û gundewarê derdorê û çekdarên Feyleqa Sêyem û hejmarek ji grûpên hêza bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûrî” ya ser bi Tirkyê, ji Efrînê derketin û li Ezaza rojhilatê Efrînê, bicih bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst