Mela Bextiyar: Ez ji aliyê ‘hevalan’ ve hatim jehrîkirin

01-11-2021
RÛDAW
Nîşan Mela Bextiyar YNK Bafil Talebanî Lahûr Şêx Cengî Kosret Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar, ragihand ku ew li ser destê “hevalan” hat jehrîkirin.

Mela Bextiyar ku ev demek e ji ber têkçûna rewşa xwe ya tendirustî çûye Almanyayê, di gotarekê de behsa mijara jehrîkirina xwe kir.

Mela Bextiyar di wê gotarê de ku bi navê “Berawirdek di navbera jehrîkirina min û hewla terorkirina min di 25/10/2005an de” belav kiriye, wek ku ew bi xwe dibêje, sala 2005an “tirsnaktirîn hewla terorkirina min” hat cîbicîkirin, lê ji ber wergirtina çareseriyê nekariye berawirdek di navbera wê bûyerê û “jehrîkirina xwe ya li ser destê (hevalan!!!) bikim.”

Di kongreya çaremîn a YNKê de ku 25/09/2019an birêve çû, biryar hat dayîn ku sîstema hevserokatiyê di partiyê de bê cîbicîkirin û Bafil Taleban û Lahûr Şêx Cengî bûn Hevserokên YNKê û herwiha encûmenek bi navê “Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNK” bi serokatiya Kosret Resûl û endamtiya çend serkirdeyên YNKê ku Mela Bextiyar jî yek ji wan e, hat damezrandin.

Mela Bextiyar di gotara xwe de encama kongreyê wek “piştguhkirin” binav dike û amaje bi wê dike ku ew piştguhkirin di wijdanan de nehat qebûlkirin, lewma jibilî rêbaza faşîzmê rêyek din nema ku ew jî jinavbirina cesteyî ye.

Mela Bextiyar ji Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl re dibêje, “kengî û qewl û biryar wisa bû? ku bi Encûmena Bilind razî bûn bo ku kêşeyên YNKê li nav kongreyê kûrtir nebin, tevî ku hewla jinavbirina me tê dayîn...mixabin a xirabtir jî di rê de ye!”

Di beşeke din a gotarê de Mela Bextiyar berê xwe dide hevjîna Mam Celal Hêro Îbrahîm Ehmed û dibêje, mîhrebaniya te di nav partiyê de hebû, lê hinekên li derdora te li hember vê mîhrebaniyê “necamêrane tevgeriyan” û li pişt te plan li dijî te gerandin.

Armanca YNKê di kongreya çaremîn de rêkxistina navmala partiyê û, lê di hilbijartinên 10 Cotmeha îsal ên Iraqê de, hejmara kursiyên YNKê kêm bû û li ser vê mijarê Mela Bextiyar dibêje, YNK sengera berî kongrê jî jidest da û “di vê hilbijartina Iraqê de 300 hezar dengderan bawerî ji YNKê stendin.”

Li ser rewşa navxwe ya YNKê jî Mela Bextiyar diyar dike, bi zêdebûa milmilaneyên li nav YNKê, “hêzên taybet ên hinek serkideyan hatin bihêztirkirin. Tevahiya jiyana hizbayetî hat binpêkirin, gendelî, seranewergirtin û dabeşkirina mulkê heram, ketiye ser hemû zimanan.”

Naverasta vê hefteyê Dezgeha Çavdêriyê ya nêzikî Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar, ragihandibû, li gor wan zanyariyên ji Berlîna Almanyayê bi wan hatine dayîn, Mela Bextiyar hatiye jehrîkirin.

Mijara jehrîkirina berpirsên YNKê piştî bûyerên 8ê Tîrmehê, bûye rojev, taybet jî piştî ku Hevserokê YNKê Bafil Talebanî got, belgeyên wî hene ku hevserokê din ê partiyê Lahûr Şêx Cengî ew jehrî kiriye û gotibû, ew dê belgeyan jî eşkere bike.

Pisporê kîmyayî Dr. Serdar Nûrî duh ji Rûdawê re ragihandibû, ji wê madeya ku Mela Bextiyar pê hatiye jehrîkirin tê gotin, cîwe û çend karîgeriyên neyînî li ser mirov dihêle. Serdar Nûrî gotibû, “Karîgerî li ser hemû sîstema laş heye, xewê direvîne, pîst diguhere û nefeswergirtinê tund dike, lê ev dikeve ser wê rêjeya hatiye wergirtin.”

Çavkaniyekî nêzikî Hesen Nûrî ku wek Westa Hesen tê naskirin û rêveberê berê yê asayişa Silêmanî bû û niha Endamê Serkirdayetiya YNKê ye, ji Rûdawê re ragihandibû, çend nîşanek li tendirustiya Hesen Nûrî derketine û ji bo pişkinînê serdana Almanyayê kiriye û diyar bûye ku hatiye jehrîkirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Mela Bextiyar roja 20ê vê mehê Herêma Kurdistanê bicî hiştiye û niha li nexweşxaneyeke Almanyayê çareseriyê werdigire, lê Hesen Nûrî vegeriyaye Herêma Kurdistanê û rewşa tendirustiya wî baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst