Aldar Xelîl: Em ji bo diyaloga rasterast a bi rejîmê re amade ne

01-11-2021
RÛDAW
Nîşan Aldar Xelîl PYD Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl tekez kir ku divê çareserî li gel rejîmê pêk bê û ragihand, ew ji bo diyalogeke rasterast a bi hikûmeta Sûriyê re amade ne. Aldar Xelîl eşkere jî kir, “Em li ser formeke din difikirin.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl di hevpeyvîneke li gel Rojava TV de behsa çareserkirina krîza Sûriyê û egera lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê kir.

Aldar Xelîl amaje bi wê kir ku hikûmeta Sûriyê heta niha jî li qada navdewletî xwedî rewatiyekê ye û nûnertiya xelkê Sûriyê dike û got, “hin herêmên Sûriyê di bin serweriya wê de ne. Ji bo em bigihêjin çareseriyê, divê rêkeftin bi hikumeta Şamê re pêk were.”

Aldar Xelîl biryara 2254 a Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekûbyî (NY) ya taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê bibîr xist û got, “Li Cinêvê xebatên têkildarî wê biryarê berdewam in” û got, “Tevî ku ev hewldan bi ser nakevin û nagihêjin ti encamê jî, lê ew jî bi vê rejîmê re danûstandinan dikin. Ev tê wateya ku ew li xwe mikur tên ku bêyî danûstandin û diyaloga bi rejîmê re, çareserî ne pêkan e.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl, eşkere kir ku ew li ser formekê dixebitin û got, “Divê çareserî bi rejîmê re be, ne li Cinêvê lê belê li Şamê.”

Aldar Xelîl diyar kir, divê “em wekî welatiyên Sûriyê li hev bicivin û çareseriyan pêşkêş bikin û bigihijin formeke çareseriyê ji bo hemû dozên li Sûriyê.”

Herwiha Aldar Xelîl amadebûna Rêveberiya Xweser û PYDê ji bo diyalogeke rasterast a bi rejîma Sûriyê re ragihand, “beyî ku biçin Cinêvê yan jî deverên din.”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê behsa modela Rêveberiya Xweser jî kir û wek “projeyeke demokratîk a girîng ji bo tevahî Sûriyê” binav kir.

Her di wê hevpeyvînê de Aldar Xelîl diyar kir ku hikûmeta Sûriyê jî têdigihije ku çavkaniya pirsgirêkên heyî, nebûna sîstemeke demokratîk e û ji bo çareseriyê jî, lihevkirina li ser “projeyeke demokratîk” pêwîst dît.

Ev daxuyaniyên Aldar Xelîl yên ji bo pêkanîna diyalogê bi Şamê re di demekê de ne ku Tirkiyê gef û êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û amadekariyên êrişeke nû ya berfireh dike bo ser deverên din ên di destê hêzên Kurdî de.

Her têkildarî vê mijarê û zêdebûna gefên Tirkiyê, Serokê Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Omer Osê projeyek ji bo lihevkirina Kurdan û hikûmeta Sûriyê amade kiriye û eger ev proje bê qebûlkirin, dê li Qamişlo were ragihandin.

Li gor ku Omer Osê ragihandiye, ew proje ji bo aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyê hatiye pêşkêşkirin.

Serokê Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Omer Osê berî niha jî daxwaz kiribû ku odeyeke operasyonan di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bê avakirin ku “rûbirûyê dijminkariyên Tirkiyê” bibin û bang jî kiribû ku Kurd û hikûmeta Sûriyê demildest dest bi diyalogê bikin.

Li gor daxuyaniya Omer Osê, ev bangewazî li hember metirsiyên cidî yên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê tên û ji bo neçarkirina Tirkiyê ku dawiyê li dagirkeriya xwe li hemû herêmên Sûrî bîne.

Êrişên Tirkiyê yên li ser Rojava

Ji sala 2016an ve Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî di nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de encam dane. Operasyona yekem di sala 2016an de bû, dema ku artêşa wî welatî û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeya Ezaz û Cerablusê kirin.

Di Çileya 2018an de jî wan hêzan êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî nêzîkî du mehên şer ew navçeya Rojavayê Kurdistanê ket destê wan.

Di Cotmeha 2019an de jî artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û dest bi ser de girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst