Li Dêrika Çiyayê Mazî werza berhevkirina zeytûnan dest pê kir

01-11-2020
Abdulselam Akinci
Zeytûn bi rêbazên kevn tên berhevkirin
Zeytûn bi rêbazên kevn tên berhevkirin
Nîşan Zeytûn Dêrika Çiyayê Mazî Mêrdîn
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya ser bi Mêrdînê ve werza berhevkirina zeytûnan destpe kir. Dêrik ku bi zeytûnên xwe binavûdeng e, zedetirî 10 cureyen zeytûnan tê berhemanîn. Zeytûna Dêrikê bi kalîteya xwe di pêşbaziyên navdewletî de gelek xelat wergirtine.

Zeytûn  ji bo Dêrikê nasname ye û berhema sereke ya dabînkirina debara jiyanê ye bo xelkê. Hilberîner Mihemed Îlhan bi rêbazên berê di bin darên zeytûnan de ji bo berhevkirina zeytûnan xebateke hûr a bi zehmet dimeşîne û ew bi gilî û gazind e.

Mihemed Îlhan dibêje, “Îsal zêdetirî 10 donim zeytûn di destê min de ye, cot, cefîne, avdana wê zêde mesrefê çê dibe. Rojeke cotkirinê bi 250 lîre ye. Îsal fiyat ne baş e. Kiryar tune ye.”

Li Dêrikê di 12.500 donim erd de zêdetirî 500 hezar darên zeytûnan hene û bi vî rengî Dêrik daristaneke bê serî û bê binî xuya dike. Lê hî jî kargeheke zeytûnan li Dêrikê tune ye û zeytûnvan ji vê rewşê ne razî ne.

Zeytûnvan Ebdulezîz Çakar dibêje, “Em bi jin û zarok, di serê sibê 07.00an de tên nav zeytûnan ta 18.00. Em dixwazin febrîqeya zeytûnan li vir hebe. Em naxwazin kesên bajarên din werin bikevin ber qismetê me û me mexdûr bikin. Debara me jî zeytûn in.”

Ayhan Poyraz jî dibêje, “Erê welleh em bi ber teba xwe dikevin. Zeytûnvanî rezîl bûye. Ma ka kîloya wê 2 lîre heqê Xwedê ye!”

Seyîtxan Taner jî diyar dike, “Malbateke 6 kesî xwe pê girê dide, gava dibe dema berhevkirinê bi 2 lîreyan didin bazirgan. Ango ji tucaran re dixebitin.”

Li gor rîwayetan çîroka zeytûnan li Dêrikê diçe 1000 sal berî niha. Xirxalî, Zoncik, Mawî, Gulekî, Xursekî, Kejik, Bellotî û Melqebazî çend cureyên zeytûnên Dêrikê ne.

Zeytûna Dêrikê sala 2018an di pêşbaziyeke zeytûnên bi kalîte li Brîtanyayê xelata zêrîn, di pêşbaziya 2020an a li Japonê jî xelata zîvîn wergirt. Zeytûnvanên Dêrikê îsal çaverêyî 7.500 ton berhem dikin.

Zeytûnfiroş Rêber Ekenek dibêje, “Asîta zeytûnên Dêrikê gelek kêm e. Li gor zeytûnên herêma Behra Spî asîta zeytûnên Dêrikê kêmtir e.”

Li gor amaren konseya cihani ya zeytunan di 2019an de li gisti dinyaye bi hilberina milyonek 600 hezar toni Ispanya di reza yekemin;bi 265 hezar toni Italya di reza duyemin;bi 225 hezar toni Yunanistan di reza seyemin; bi 200 hezar toni Fas çaremin bi 183 toni ji Tirkiye di hilberina zeytunan de di reza pençemin de ye.

Li gor amarên Konseya Cîhanî ya Zeytûnan di 2019an de li seranserê cîhanê bi berhemanîna milyonek û 600 hezar ton zeytûn, Spanya di rêza yekem, bi 265 hezar ton Îtalya di rêza duyem, bi 225 ton Yunan di rêza sêyem, bi 200 hezar ton Mexrîb di rêza çarem û bi 183 ton Tirkiye di rêza pêncem de cih digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst