Hikûmeta Sûriyê tesîsa ava Elokê nûjen dike

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Ava Vexwarinê ya ser bi Hikûmeta Sûriyê, li parêzgeha Hesekê ragihand ku ew karê çaksaziyê di Wêstgeha Elok a avê de dikin.

Rêveberê Saziya Ava Vexwarinê ya ser bi Hikûmeta Sûriyê, Mehmûd Ugle ragihand ku karên wan di çaksazîkirina Wêstgeha Elok de berdewam in.

Mehmûd Ugle diyar kir, niha ew mijûlî danîna hejmarekê ji amêran in ku dabînkirina avê li wê wêstgehê bêhtir bibe, heta bigihêje 80 hezar metre sêca av rojane, di demekê de ku niha tenê 70 hezar metre sêca av digihêjin bajarê Hesekê û gundewarê wê yê rojavayî wî bajarî.

Li gorî heman zanyariyan, karên çaksaziya Wêstgeha Elok bi hevkariya Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û Heyva Sor a Sûrî têne encamdan.

Projeya Wêstgeha Elok ji 30 bîr, 12 pempên  avê û 4 bîrên ku hêj neketine kar, pêk tê.

Ev di demekê de ye ku hikûmeta Tirkiyê û grûpên çerkdar ên se bi Tirkiyê, bêhtir ji 10 caran ava Wêstgeha Elok ji ser bajarê Hesekê û gundewarê wê birriye.