Şandeke Amerîkî serdana Girê Sipî kir

01-11-2018
RÛDAW
Artêşa Tirkiyê piştî topbarankirina çend gundên Kobanî, êrîşî Girê Sipî jî kir
Artêşa Tirkiyê piştî topbarankirina çend gundên Kobanî, êrîşî Girê Sipî jî kir
Nîşan Girê Sipî Şanda Amerîkayê Tirkiye Êrîş YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrîşên artêşa Tirkiyê bo ser hinek deverên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet êrîşên bo ser Kobanî û Girê Sipî, şandeke leşkerî ya Amerîkayê serdana Girê Spî kir.

 

Hikûemta Tirkiyê, di çend rojên bihorî de, li hinek navçeyên Minbic, Kobanî û Girê Sipî, gefên xwe xistin warê cîbicîkirinê û hinek navçe û pêgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin armanc.

 

Yekser piştî gulebaran û êrîşên hêzên Tirkiyê, şandeke serbazî ya Amerîkayê serdana Girê Sipî kir.

 

Şanda leşkerî ya Amerîkayê duh Çarşembiyê bi 7 otomobîlên zirêpoş û çend otomobîlên din derbasî nav bajarê Girê Sipî bû.

 

Li gorî zanyariyan, armanca serdana şanda leşkerî ya Amerîkayê bo Girê Sipî, şopandin û çavdêrîkirina rewşê li wê herêmê bûye û bo wê yekê, heman şand bi rayedarên YPGê re jî civiyaye.

 

Artêşa Tirkiyê di wan çend rojên dawî de 8 gundên li rojavayê herêma Kobaniyê topbaran kir, herwiha li Girê Sipî jî bi çekên duşkayê teqe li çend cihên YPGê kir.

 

Di encamê de, hinek welatiyên sivîl bûne qurbanî û ziyanên madî gihiştin mal û milkên wan.

 

YPGê ragihandiye, di encama êrîşên Tirkiyê de şervanekî wan canê xwe ji dest daye û 2 şervan jî birîndar bûne, lê Tirkiye jî dibêje, di topbarana pêgehên YPGê de, 4 şervan hatine kuştin.

 

Weke bertek li hember wan êrîşên Tirkiyê bo ser deverên Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihand, ku operasyonên xwe yên li Dêra Zorê yên li dijî DAIŞê daye rawestandin.

 

li nêzîkî gundê Sêlim yê Kobanî otombêleke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê teqandin û artêşa Tirkiyê jî dibêje wan pêgehên YPGê topbaran kirine di encamê de 4 şervanan canê xwe jidest dane.

 

Qonaxa dawî ya operasyonên li dijî DAIŞê ji aliyê HSDê ve ji 10ê meha Îlona îsal ve destpê kiriye û niha hêzên HSDê nêzîkî bajarokê Hecîn bûne. HSDê herwiha diyar kiriye, ku li eniya Baxozê jî HSDê ziyanên  mezin gihandine DAIŞê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst