Li Şirnexê rêvebirek bi îdiaya “heqareta li hember Ataturk" ji kar hat dûrxistin

Navenda Nûçeyan – Serokê Daîreya Tenduristî, Çand û Werzişê yê Zanîngeha Şirnexê ji ber îdiaya "heqaretî Ataturk kir" ji kar hat dûrxistin.

 

Serokê Daîreya Tenduristî, Çand û Werzişê yê Zanîngeha Şirnexê Mehmet Emîn Korkmaz, piştî ku di nûçeyên çapemeniyê de hat îdiakirin ku heqaretî Ataturk kiriye, der heqê wî de lêpirsîn hat vekirin û herwiha di çarçoveya lêpirsînê de jî ji kar hat dûrxistin.


Di daxuyaniya Zanîngeha Şirnexê de hat ragihadin ku piştî di nûçeyên çapemeniyê de hat îdiakirin Korkmaz heqaretî Ataturk kiriye, der heqê wî de lêpirsîn hat destpêkirin.


Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Biryar hatiye dayîn ku derbarê Serokê Daîreya Tenduristî, Çand û Werzişê yê Zanîngeha Şirnexê M. Emîn Korkmaz de di çarçoveya madeya têkildar a Qanûna Xwendina Bilind de ku hejmara wê 2547 e, lêpirsîn were vekirin û di çarçoveya benda 1emîn a madeya 137emîn Qanûna Karmendên Dewletê de ji 31ê Cotmeha 2018an pê ve tedbîra dûrxistina ji peywirê were sepandin."