Çekdarên Ehrar el-Şerqiye 2 welatiyên Kurd li Efrînê girtin

01-11-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Çekdar Ehrar el-Şerqiye Welatiyên Kurd Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Raco ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên opozisyona Sûriyê 2 welatiyên Kurd ji nav baxên wan ên zeytûnan girtin.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çekdarên Ehrar el-Şerqiye, her du welatiyên bi navê Osman Hemdo yê 66 salî û Şêxmûs Hesko yê 35 salî girtine û bi xwe re birine.

 

Heman çavkaniyan dane xuyakirin, ku roja Sêşembiyê 30ê Cotmeha 2018 çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiye her du welatî di demekê de girtine, ku ew di nav baxên xwe yên zeytûnan de mijûlî karê xwe bûne.

 

Çavkaniyên ji Efrînê diyar kirine, ku heta niha jî cih û çarenivîsa her du welatiyan nehatiye zanîn.

 

Ji dema ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ve hatiye kontrolkirin, rojane welatiyên sivîl ên herêmê li ser destê grûpên çekdar tên girtin.

 

Ji roja 18ê Adara 2018ê ve û piştî şerekî 58 rojî, herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û hêzên grûpên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyê ve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst