Nêçîrvan Barzanî li gel Elî Bapîr civiya

01-11-2017
RÛDAW
Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr
Hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr
Nîşan Komela Îslamî Elî Bapîr Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ofîsa Serokatiya Komela Îslamî li gel Sekreterê Komela Îslamî Elî Bapîr hevdîtinek pêk anî. Rojeva civînê geşedanên dawîn ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Komela Îslamî kir û li gel Sekreterê Komela Îslamî Elî Bapîr civiya.

 

Endamê Encûmena Siyasî ya Komela Îslamî Ebdulsettar Mecîd ji Rûdawê re ragihand, ku di civînê de rewşa nû ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê tê gotûbêjkirin. Herwiha başkirina rewşa debara jiyana hemwelatiyan babetekî din ê hevdîtinê ye.

 

Civîn li Ofîsa Serokê Komela Îslamî birêve diçe. Hêjayê gotinê ye, ku piştî pesendkirina projeyasaya parvekirina desthilatên serokatiya herêmê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve, ev yekemîn civîna aliyên Kurdistanî ye.

 

Peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ragihand, ku Nêçîrvan Barzanî dê serdana liyên din ên beşdarî hikûmetê bike da ku ew jî ji bo başkirina rewşa jiyana hemwelatiyan de piştgirî bidin hikûmetê.

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku êrîşên dawîn ên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê yên ser Kurdistanê, naveroka acendaya şanda Herêma Kurdistanê ya ji bo hevdîtinên li gel bexdayê jî tê gotûbêjkirin.

 

'ه

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst