Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr rewşa nû ya li Kurdistanê nirxandin

01-11-2017
Nîşan Kurdistan Nêçîrvan Barzanî Elî Bapîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr îro li Hewlêrê derbarê rewşa dawî ya Kurdistanê, Iraqê û herêmê û pêşhatên herî dawî yên êrişa Iraqê bo ser Kurdistanê gotûbêj kirin.

 

Îro Çarşemî 1ê Mijdara 2017ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke pê re serdana Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr kir û pê re hevdîtin kir.

 

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr di vê hevdîtinê de behsa rewşa herêmê, Iraqê û Kurdistanê bi giştî û bûyerên wê dawiyê û çawaniya rûbirûbûna li gel pêşhatan û çareserkirina encamên wê kirin.

 

Nêçîrvan Barzanî û Elî Bapîr herwiha tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê û çêkirina baştirîn pêwendiyan li gel welatên li ser bingeha berjewendiya hevbeş kirin.

 

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye xuyakirin, ku gotûbêjkirina çend mijarên din ên taybet bi arîşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û rewşa welatiyan û cîbicîkirina siyaseteke xurt bo rêvebirina herêmê aliyekê din ê civînê bû.

 

Ofîsa Elî Bapîr jî di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku her du aliyan di hevdîtina îro de ji bilî rewşa niha ya herêmê û Iraqê û Herêma Kurdistanê, derbarê çend mijarên din ên girêdayî hikûmetê û debara xelkê û mûçeyên pêşmerge û karmendan de axivîn.

 

Li gorî daxuyaniya vê ofîsê, Elî Bapîr tekezî li ser yekrêziya gelê Kurd li ser bingeha dadmendiyê û hewldan bo çareserkirina pirsgirêkên li ser hev kombûyî û rêzgirtina li temamiya dezgehên rewa û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê û danîna siyaseteke rast û dirist bo rêvebirina dahatûya Herêma Kurdistanê kiriye.

Herwiha di hevdîtinê de behsa paşeroja Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Kurdistanê li gel welatên cîhanê û bi taybet welatên cîran û hikûmeta navendî ya Iraqê hat kirin û her du aliyan hêvî kirine, ku bi wergirtina îbretê ji berê û sûdwergirtina ji kesên bihêz û şiyana kesên pispor û hêja, Herêma Kurdistanê berev pêş bibin.

 

Berî vê civînê, Wezîrê Çandiniyê yê Herêma Kurdistanê û Endamê Encumena Siyasî ya Komela Îslamî, Ebdulsetar Mecîd ji Rûdawê re ragihand: “Civîn taybet dibe bi wê rewşa nû ya ku li Herêma Kurdistanê çê bûye. Herwiha derbarê başkirina rewşa jiyan û debera welatiyan de jî gotûbêj tê kirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst