DAIŞê bi komî zarokên kurdên êzidî sinet kirine

Nawêran (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê zarokên kurdên êzidî yên revandî bi komî sinet kirine.

 

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di 23ê Cotmehê de piştî 6 rojan dorpêçkirinê karîn her sê gundên li Eniya Nawêran, Tirbze, Faziliye û Omer Kamçî kontrol bike.

 

Nîstecihekî gundê Faziliyeyê yê bi navê Ebu Hacer got, ew weke karmendê tenduristiyê 6 salan li Nexweşxaneya Hensa ya Zarokan li Mûsilê xebitiye.

 

Ebu Hacer diyar kir ku ew beriya meheke jî li nexwşxaneya navborî dixebitî û got, çekdarên DAIŞê çend caran bi komî zarokên kurdên êzidî dianî nexweşxaneyê.

 

Ebu Hacer ku bi xwe kurdê şebek e ji Rûdawê re wiha got: “Ev 6 mehbûn DAIŞê bajarê Mûsilê dagir kiribû. Rojekê 2 çekdarên DAIŞê 6 zarokên temenê wan di navbera 7 û 10ê de anîn. Xwestin wan sinet bikin. Piştre jî bi komî zarok dianîn.”

 

Bi gotina Ebu Hacer wî di serî de nedizanî zarokên çekdarên DAIŞê dianîn kurd in û wiha domand:

 

“Min rojekê li nexweşxaneyê dît ku 2 zarok kurdî diaxivin. Min ji wan pirsî, hûn kurd in? Wan jî got, `er e em kurd in. Em beriya malbata xwe dikin, lê DAIŞî dibêjin heta ku em perwerdeya xwe temam nekin, destûrê nadin em herin malbata xwe bibînin.` Herwiha min zanî ku DAIŞ li gorî xwe wan zarokan perwerde dike.”

 

Çekdarên DAIŞê di 3ê heyvaTebaxa 2014ê de êrişî Şingalê kirin û ew dever kontrol kiribûn. Bi sedan kurdên êzidî kuştibûn û bi hezaran jin û zarokê jî revandibû.


Hata hejmarek kurdên êzidî hatine rizgarkirin lê hêj hejmareke zêde di destê DAIŞê de mane.