Mezintirîn dengdêr kurdekî 130 salî ye

Sêrt (Rûdaw)- Mezintirîn dengdêr di van hilbijartinên Tirkiyê de li navçeya Îruh a ser bi bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê bû, ku kurdekî 130 salî bû.

Mihemed Hesen bi alîkariya neviyên xwe çû ser sindoqê û dengê xwe da. Wî di van hilbijartinan de jî hêvî xwest ku, birayetî di navbera kurd û tirkan de têk neçe û aştî di navbera wan de hebe.

Hesen ku temenê wî 130 sal e, li gundê Gedîkkeşar ê ser bi navçeya Îruhê ve dijî û di hemû hilbijartinan de beşdar bûye.

Mihemed Hesen tevî ku nikare li ser lingê xwe raweste, lê dîsa rijd bû di beşdariya hilbijartinan de û neviyên wî rahiştênê heta dengê xwe bavêje sindoqa 1044.

Wî kalî piştî dengdanê wiha got: “Hemû misilman bira ne. Bo çareserkirina vî şerî gerek em vegerin quran û sunetê.”