Leşkerên Tirkiyeyê ketin nav Amedê

 

Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê beriya destpêkirina çalakiyên  “1ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Kobanî” leşker ketin nav bajêr. Herwiha li navçeya Pirsûsê ya girêdayî parêzgeha Rihayê jî esnafan deriyê dikanên xwe venekirin.

 

Beriya destpêkirina çalakiyên  “1ê Mijdarê, Roja Cîhanê ya Kobanî” li bajarên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve ewlakiriyek zêde hat standin.

 

Esnafên Pirsûsê ji bo piştevaniya Kobanî dikanên xwe venekirin. Li navçeyê bi tenê firin û dermanxanê hatine vekirin. Ji bo çalakiyê li gundê Meheserê yê li ser sînorê Kobanî çalakvan kombûne.

 

Di xwepêşandana ku dê li navçeyê bê lidarxistin de penaberên Kobanî jî dê beşdar bibin.

 

Li Amedê ji bo çalakiyan derdora seat 12.00ê gel li meydanan hatin ba hev. Herwiha ji aliyê hêzên Tirkiyeyê ve ewlakiriyek zêde ji bo çalakiyan vê sibê zû hat standin.

 

Li bajêr polîsan dora avahiya AK Partiyê, bankê û avahiyên saziyên fermî ji bo ewlekariyê girtine.

 

Seroka DBP ya Amedê Zubeyde Zumrut ragihandibû ku wan banga girtina dikanan nekiriye lê dîsa jî esnafên Baglar û Kuruçeşmeyê dikanên xwe venekirin.

 

Duhî şev Wezîrê Naxweyî yê Tirkiyeyê Efkan Ala ragihandibû ku banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li derveyê qanûnê ye û gotibû , “Bangkirina xelkê bo kolanan li gorî qanûnên me qedexe ye. HDPê berpirsê kesên ku banga daketina kolanan kiriye.”