Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî, A. Hewramî: SOMO ofîsa xwe li Hewlêrê venake

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ragihand ku şîrketa iraqî ya ku petrola Iraqê difroşe ya bi navê SOMO ofîsa xwe li Hewlêrê venake.

Di heyama çend rojên borî de di medyaya cîhanê de hatibû belavkirin ku şîrketa SOMO ya ku petrola Iraqê difroşe, dê ofîsa xwe li Hewlêrê veke.

Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Aştî Hewramî li ser vê yekê ji Rûdawê re axivî û got, ew nûçeyên ku li ser vê yekê hatine belavkirn derew in çimkî qet behsa tiştekî wisa nehatiye kirin.

Aştî Hewramî diyar kir ku SOMO ofîsa xwe li Hewlêrê venake û ti carî jî behsa wê mijarê bi Bexdayê re nehatiye kirin.

Şîrketa SOMO petrola Iraqê di bazarên cîhanê de difroşe. Bexda her wiha ji Herêma Kurdistanê dixwaze nefta Başûr jî ji aliyê SOMO ve were firotin lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê qebûl nake.