Televîzyon û radio Rûdaw di bin parazîtê de ye

Hewlêr (Rûdaw) – Pexşa televîzyon û radio Rûdawê li ser hêlên Hotbird û Nilesatê rastî parazîtê hat. Het niha nayê zanîn çavkaniya parazîtê ji kuderê tê.

Îro (01.11.2013), pexşa televîzyona Rûdawê li ser hêlên Hotbird û Nilesatê û ya radio Rûdawê jî li ser pêlên 102.7 mh û 102.9 mh li hinek deverên Kurdistanê ji aliyê çavkaniyeke nediyar ve rastî parazîtê hat.

Tîma teknîkê ya Rûdawê mijûlî çareserkirina pirsgirêkê ne.