Nasnameya endamekî Komîteya Navendî ya PKKyê hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku endamê Komîteya Navendî ya PKKyê Îzzettîn Înanê bi nasnavê Dersîm Nûrhaq canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku endamê Komîteya Navendî ya PKKyê û Fermandarê Akademiyên Apolloyê Dersîm Nûrhaq 1ê Çiriya Pêşîna 2021ê li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya wî wiha ne:

Dersîm Nûrhaq: Navê wî yê fermî Îzzettîn Înan e û ew ji malbateke Kurd a Elewî li Meletiya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

HPGyê da zanîn ku ku Dersîm Nûrhaq sala 1990î li Geverê tev li refên gerîlayan bûye.