Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku endamê Komîteya Navendî ya PKKyê Îzzettîn Înanê bi nasnavê Dersîm Nûrhaq canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku endamê Komîteya Navendî ya PKKyê û Fermandarê Akademiyên Apolloyê Dersîm Nûrhaq 1ê Çiriya Pêşîna 2021ê li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya wî wiha ne:
Dersîm Nûrhaq: Navê wî yê fermî Îzzettîn Înan e û ew ji malbateke Kurd a Elewî li Meletiya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
HPGyê da zanîn ku ku Dersîm Nûrhaq sala 1990î li Geverê tev li refên gerîlayan bûye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse