Xwendekara winda piştî 11 rojan hat dîtin

12 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Sumeye Ezîz Winda Dîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwendekara 15 salî Sumeye Ezîza ku li Wanê winda bûbû hat dîtin.

Xwendekara lîseyê Sumeye Ezîza ku li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijiya berî 11 rojan winda bûbû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), duh agahî ji malbata Sumeye Ezîzê re çûye ku ew hatiye dîtin.

Polîsan piştî dîtina Sumeye Ezîzê, gazî endamên malbata wê kir ku herin Birêvebiriya Ewlehiyê.

Hat zanîn ku rewşa Sumeye Ezîzê baş e.

Li aliyên din, xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîş jî 5 roj in winda ye.

Xebatên lêgerîna Rojîn Kabaîşa 21 salî li ber zanîngehê, li perav û nava Gola Wanê berdewam dikin.

Divê were gotin ku Berfîn Oztemela 12 salî ya ji Amedê jî ji doh ve winda ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst