Li Agiriyê qeza: 2 mirî û 2 birîndar

01-10-2023
RÛDAW
Nîşan Agirî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Agiriyê yê Bakurê Kurdistanê otomobîl û barhilgirek li hev ketin û di encamê de 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Osman Y. diajot û barhilgira ku Mesut G. diajot û li ser rêya Agirî û Wanê li çaryana navçeya Xamûrê li hev qelibîn.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên agirvemirandinê kesên di otomobîlê de asê mabûn derxistin.

Hat zanîn ku şofêrê otomobîlê Osman Y. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê T.Y, Y.Ç.Y. û A.Yyê ku di qezayê de birîndar bûbûn birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

Ji birîndaran T.Y tevî hemû midaxaleyan canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst