Tiba Dadî ya Mûsilê ji Rûdawê re: 37 cenazeyên bûyera Hemdaniyeyê nayên nasîn

01-10-2023
Hola dawetê ya Heysemê
Hola dawetê ya Heysemê
Nîşan Şewata Hemdaniyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Tiba Dadî ya Mûsilê diyar kir ku wan di bûyera Hemdaniyeyê de 107 cenaze wergirtine, 70 cenaze radest kirine lê 37 cenaze nayên nasîn.

Rêveberê Tiba Dadî ya Mûsilê Şehd Arif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

“Tiba Dadî ya Nînowayê her ji destpêkê ve dest bi wergirtina cenazeyên kesên di bûyera Hemdaniyeyê de canê xwe ji dest daye, kir. Heta niha hejmara cenazeyên ku gihîştiye bijîşkiyê dadî 107 in.”

Rêveberê Tiba Dadî ya Mûsilê Şehd Arif anî ziman:

“Dema cenaze tên wergirtin bijîşkiyê dadî lêkolîna destpêkê li ser kesên ku canê xwe ji dest daye dike û ji wan nimûneyên DNAyê werdigire.

Eger cenaze bê naskirin belgeya mirinê tê amadekirin û radestî xizmên wî tê kirin.

Cenazeyên ku nayên nasîn ji xizmên wan nimûneyên DNAyê hatin girtin û ji Bexdayê re hatine şandin.

Ji ber ku testa DNAyê navendî ye li Bexdayê tê kirin û hejmara wan jî gihîştiye 37an.”

Li navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê 26ê Îlona 2023yan agir bi hola dawetê ya Heysemê ket.

Heta niha 107 cenaze ji bo bijîşkiya dadî hatine birin û hinek ji wan jî hatine veşartin.

“Piraniya laşên wan şewitiye”

Rêveberê Tiba Dadî ya Mûsilê Şehd Arif li ser wan 37 cenazeyên anî ziman:

“Ji ber ku piraniya laşên wan şewitiye ji aliyê xizmên xwe ve nayên nasîn ku ew jî qonaxa dawî ya şewatê ye.

Ew cenaze nediyar in û ti nîşan li ser wan nînin lewma ji aliyê xizmên xwe ve nayên naskirin.

Cenaze heta ku encamên testa DNAyê derkevin dê di sarincên tiba edlî de bimînin û paşê dê radestî xizmên wan bên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst